Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo ya cîlda Sêyemîn "Sosyolojiya Azadiyê" bi hevkariya weşanxaneyên Ciccus û Meyman li Arjantînê hat çapkirin. Ji bo danasîna pirtûkê wê li bajarên cûda yên Arjantînê kampanyayên danasînê bên lidarxistin û wê bigihêje ber destê xwendevanan.
Kampanyaya danasînê bi hevkariya saziyên girîng ên wekî Escuela Latinoamericana de Formación Política, Enstîtuya Estudios de América Latina y el Caribe, Înîsiyatîfa ji Rêber Apo re Azadî- CTA Autónoma, Pañuelos en Rebeldía, Asamblea Permanente por los Derechos Humanos û Weşanxaneya Ciccusê tê organîzekirin.
Tê plankirin ku kampanya di du qonaxan de wee meşandin. Qonaxa yekem wê li zanîngeh, mûze û weşanxaneyan; qonaxa duyem jî wê li navendên tevgerên civakî, sendîka, avahiyên kolektîf û navendên civakî werin lidarxistin. Di pêvajoya danasînê de gelek akademîsyen û çalakvan wê nêrînên xwe yên li ser pirtûkê bi raya giştî re parve bikin.
DANASÎN LI BUENOS AIRESÊ DEST PÊ KIR
Danasîn li Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Buenos Airesê dest pê kir. Akademîsyen, mamoste û xwendekaran eleqeyek mezin nîşanî danasînê dan. Çalakvana femînîst Claudia Korol pêşgotina pirtûkê nivîsandiye, profesorê sosyolojiyê Hernán Ouviña, akademîsyen Carla Rodríguez û Jorgelina Matusevicius di danasînê de axivîn.
DI ÎDEOLOJIYÊ ÇEPGIR IN, LÊ DI EPÎSTEMOLOJIYÊ DE RASTGIR IN
Hernán Ouviña diyar kir ku Rêber Apo bi tecrîdeke entelektuel re rû bi rû ye û got: "Ocalan hema hema her mijar nirxandiye. Li ser jiyana azad disekine û her tiştî ji nû ve şîrove dike. Îro, em di îdeolojiyê de çepgir in lê di epistemolojiyê de rastgir in. Ocalan hewl dide ku vê nakokiyê çareser bike."
Claudia Korol jî serdana xwe ya Rojava bi bîr xist û got: "Min pratîka vê pirtûkê li Rojava dît. Îradeya gel, hêza jinan û girêdana bi xwezayê re pir eşkere bûn. Girîng e ku em vê fikrê bînin vir û di rastiya xwe de bixin pratîkê."
Carla Rodríguez diyar kir ku Rêber Apo tevî şertên zehmet jî têkiliya xwe bi gelê xwe re didomîne, ramanên kûr pêş dixe û ev yek îlhamê dide her kesî. Carla Rodríguez wiha domand: "Eger Ocalan di bin şert û mercên tecrîda giran de karibe bi vî rengî bi awayekî sîstematîk bifikire, em jî dikarin di şert û mercên dijwar de çareseriyan biafirînin."
Jorgelina Matusevicius li ser girîngiya stratejîk a zanistê rawestiya û got, "Zanîn ew e ku me bi ramana azadiyê ve girêdide. Ev nêzîkatiya sosyolojîk ji bo jiyana rojane veguherîne şoreşekê pir girîng e. Ji bo em zanîngehê demokratîk bikin, divê em li ser vê yekê bifikirin."
Danasîna pirtûkê wê di meha Hezîranê de li bajarên Buenos Aires, La Plata, Rosario, Cordoba û Villa Giardino bidomin.