Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr a di hilbijartinên duh ên li Eyaleta Hambûrgê de carake din bû parlamenter, ji hin wezîran bêhtir deng stend. Ozdemîr di dengên tercîhkirî de li dû serokên partiyên li eyaletê dengên herî zêde bi dest xist. Ozdemîr ji ANF'ê re axivî û got, "Ji her kesên ked dane re spasiyên xwe pêşkêş dikim. Hêvîdarim ev yek wê ji bo xebatên HDP'ê bibe motîvasyonek."
Li yek ji 16 eyaletên Elmanyayê Hambûrgê, duh hilbijartin hatin lidarxistin. Di hilbijartinan de Partiya Sosyal Demokratan (SPD) bi rêjeya ji sedî 47 ê dengan re, bi ser ket. Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) bi rêjeya ji sedî 16'an re derba herî mezin a li Hambûrgê xwar. Partiya Keskan jî bi rêjeya ji sedî 11,5 bû partiya sêyemîn.
Li eyaletê, Serokwezîrê SPD'yî Olaf Scholz wê li ser qoltixa xwe be, lê belê ji ber ku piraniya kursiyên li parlementê bi dest nexist, neçare bi partiyekê re hikûmeta koalîsyonê ava bike. Tê payîn ku SPD bi Partiya Keskan re vê koalîsyonê bike. Têkçûna partiya Serokwezîr Merkel CDU, li welêt bû rojeva rojê.
CANSÛ OZDEMÎR JI WEZÎRAN BÊHTIR DENG STEND
Partiya Çep jî bi rêjeya ji sedî 8,5 a dengan re 11 kursiyên li eyaletê bi dest xist. Partiya Çep bi vî rengî ji sedî 2 dengê xwe zêde kir. Siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr a di rêza 7. a lîsteya namzetên Partiya Çep de cih girt, careke din hat hilbijartin û bû parlamenter.
Ozdemîr ku cara duyemîn bû parlamenter, di vê hilbijartinê de dengên xwe gelekî zêde kir. Ozdemîr di dengên tercîhkirî de li dû serokên partiyan yek ji namzetên herî zêde deng stend. Ozdemîr 12 hezar 500 deng wergirt. Di nava Partiya Çep de li dû Seroka Komê Dora Heyenn, namzetê herî zêde deng stend Ozdemîr bû.
Cansû Ozdemîr her wiha ji hin wezîrên SPD'yî yên di hikûmeta eyaletê de cih digirin, bêhtir deng stend. Siyasetmedara Kurd Ozdemîr li herêma xwe ya hilbijartinê li Altona 8 hezar deng wergirt. Ozdemîr li vê derê di nava hemû namzetên partiyan de herî zêde deng stend.
OZDEMÎR: DENG BERSIVA HERÎ BAŞ A LI LÊPIRSÎNÊ YE
Piştî ku encamên dengan hatin aşkerakirin Ozdemîr ji ANF'ê re axivî û ji her kesên ked dane re spasiyên xwe pêşkêş kir. Ozdemîr bibîr xist ku beriya hilbijartinan wan 20 hezar deng ji xwe re kiribûn hedef û got, "Encamên ji sindoqan derket nîşan dide ku armanca me pêk hatiye. Di hilbijartinê de gelek hevalan ked dan, li şûna min mal bi mal geriyan, deng xwestin. Di roja hilbijartinê de li taxan geriyan û hilbijêr birin ser sindoqan. Spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikim."
Ozdemîr ragihand ku serketina wê encama xebata hevpar a gel e û diyar kir ku tevî Elman, Kurdistanî û Tirkiyeyî wê ji hilbijêrên Suryanî, Ermenî û Yewnanî jî deng stendiye.
Ozdemîr da xuyakirin ku ew hêvîdar e serketina wê ji bo HDP'ê bibe motîvasyonek û got, "Ji xwe ji îro û pê ve em ê dest bi xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bikin. Hêvîdarim em ê vê performansê li Hambûrgê ji bo HDP'ê jî bi dest bixin." Ozdemîr herî dawî destnîşan kir, ku dengên wê stendiye "bersiva herî baş" a li lêpirsîna dozgeriyê der heqê wê de vekiriye.
Di Çileya bihurî de Serdozgeriya Hambûrgê, bi hinceta ku wêneyê Parlamenterên Partiya Çep ên bi ala PKK'ê di 13'ê Mijdara 2014'an de di malpera xwe ya Facebookê de parve kiriye, der heqê Cansû Ozdemîr de lêpirsîn vekiribû. Ji xwe derketibû holê ku di sala 2011'an dema Ozdemîr yekemcar hat hilbijartin de, di rapora Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn de navê wê hatibû qeydkirin.
CANSÛ OZDEMÎR KÎ YE?
Cansû Ozdemîr di sala 1988'an de li Hambûrgê ji dayik bû. Zaroka malbateke bav ji Êlihê dê ji Meletiyê ye. Di sala 2009'an de dibistana xwe qedand. Di 16 saliya xwe de bi awayekî aktîf bi polîtîkayê re mijûl bû. Di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de weke nûçegihan xebitî. Li Hambûrgê di xebatên komeleya jinên Kurd de cih girt. Di dema bihurî de Berdevka Ahengiyê ya Koma Partiya Çep bû.