Desteya Koordînasyona Amedê ya TMMOB'ê, li dijî Qanûna nû ya TMMOB'ê ku tê payîn li meclîsê bê qebûlkirin, meşek lidar xist. Desteya Koordînasyona Bajêr da xuyakirin ku ew ê beşdarî meşa li Enqereyê bibin.
Endamên Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê ya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB), ji bo qanûna nû ya TMMOB'ê ku tê payîn ji aliyê meclîsê ve were qebûlkirin protesto bikin, li Amedê meşiyan. Di meşa ji ber Odeya Endezyarên Înşaetê destpê kir û heta semta Ofîs a navçeya Yenîşehîrê dewam kir de, li gel serokên odeyên ser bi TMMOB'ê, mîmar û endezyar jî amade bûn. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Em xwedî li pîşeyê xwe, gelê xwe û bajarê xwe derdikevin" hat hilgirtin.
Li dû meşê Sekreterê Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê û Serokê Şaxê Amedê ya Odeya Endezyarên Înşaetê Tûran Kapan axivî û anî ziman ku ev pêşnûme, dewama sererastkirina qanûnî ya tevahiya welêt ji îmarê yanî rantê re vedike ye. Kapan got, "Bi vê pêşnûmeyê re tê xwestin, xizmetên me yên endezyariyê, mîmariyê û plansaziya bajêr bê qeyde bê kirin, ji fonksiyona kontrola cemaweriyê bêpar bê hiştin û bazara rantê were vekirin. Ji ber vê yekê wê odeyên ser bi TMMOB'ê li nava statuya odekariya bajêr werin bicihkirin û ji hev bên belavkirin."
Kapan diyar kir ku li ser banga Civata Giştî ya Awarte ya TMMOB'ê, ew ê di 14'ê Sibatê de li Enqereyê beşdarî meşê bibin.