Greenpeace: Divê ‘pakêta ewlehiya hundir’ bê rakirin

Greenpeace, da zanîn ‘Pakêta ewlehiya hundir’ mafên sereke jî wê bîne asta nekare bê bikaranînê û got pêşnûme li dij mafê mirovane û divê şûnde bê kişandin.

Greenpeace, da zanîn ‘Pakêta ewlehiya hundir’ mafên sereke jî wê bîne asta nekare bê bikaranînê û got pêşnûme li dij mafê mirovane û divê şûnde bê kişandin.

Bertekên li dijî ‘pakêta ewlehiya hundir’ ya hikûmeta AKP’ê ku wê rê li ber binpêkirinên giran yê mafan vebike zêde dibin.

Parêzerê  Greenpeace Denîz Bayram daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye di salên dawî de  bi pêkanîn û sererastkirinên cur bi cur, mafên demokratîk  ji nedîtîve tê û got: “Pêşnûme Qanûna Nû wê bibe sedema ku mafên sereke yên qanûnî nekarbibe bê bikaranîn.”

Parêzer Bayrak diyar kir ku bi pêşnûme qanûna nû re polîs dikare rayeyên dozger bikarbîne, walîtî dikare raste rast biryara binçavkirinê bide û  qada rayeya daraza serbixwe jî teng dibe.  Bayrak da zanîn ku ‘Pakêta ewlehiya hundir’ mafên sereke jî wê bîne asta nekare bê bikaranînê û got pêşnûme li dij mafê mirovane û divê şûnde bê kişandin.