Serdanên cejnê yên DEM Partiyê didomin: Aştî dide qezenckirin

Şandeya DEM Partiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana AKP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê kir. Di serdanan de peyamên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd derketin pêş û bal kişandin ser pêvajoya çareseriyê ya ku navenda wê Meclis e.

Şandeya DEM Partiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana partiyên siyasî kir. Di serdanên cejnê yên bi AKP, Partiya Saadet û Partiya DEVA’yê hatin kirin de peyamên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd hatin dayin. Di serdanan de diyaloga demokratîk, pêwîstiya aştiyê û rola Meclisê derketin pêş.

DI SERDANA AKP’Ê DE DIYALOG DERKET PÊŞ

Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Hevseroka Komîsyona Ziman û Çandê Cemîle Tûrhalli Balsak, endama Meclîsa Partiyê Fatma Koçyîgît Oner û parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar pêk dihat çû serdana AKP’ê.  Li ser navê AKP'ê Cîgira Serokê Giştî Belgîn Uygur, endama MYK'ê ya Jinan Rûkiye Toy û endamê MYK'ê yê Ciwanan Abdullah Uçan pêşwaziya şandeya DEM Partiyê kirin.

Cemile Tûrhalli Balsak bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) û Tirkî cejna şandeya AKP’ê pîroz kir. Cemîle Tûrhalli Balsak di çareserkirina pirsgirêka Kurd de daxwaza wêrekî, biryardarî û zelaliyê kir û got, "Tişta herî baş ew e ku pirsgirêkan bi rêya axaftinê çareser bikin. Ji bo pêşxistina aştiyê em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Em girîngiyek mezin didin zemîna Meclisê."
Belgîn Uygur jî anî ziman ku divê rêyên diyalogê vekirî bin û destnîşan kir ku ew ji pêvajoyên çareseriyê re ne girtî ne.

PARTIYA SAADETÊ: DERFETA ŞAŞTIYÊ BIKIN NÎNE

Rawestgeha duyemîn a şanda DEM Partiyê Partiya Saadetê bû. Şande ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî Cafer Guneş, parlamenter Şerefettîn Kiliç, Seroka Baskê Jinan Nurgul Beytiye Ekîncî û Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan Îsmaîl Furkan Ozturk ve hat pêşwazîkirin.

Cemîle Tûrhalli Balsak li vir jî bal kişand ser aştiyê û got, "Em di pêvajoyeke dîrokî de de ne. Windakerên aştiyê nîne. Biryardarîbûn pir girîng e."

Cafer Guneş jî qala pêvajoya diyalogê ya berê kir û diyar kir divê Serokkomar Erdogan hemû aliyan agahdar bike. Guneş wiha got, "50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 2.5 trîlyon lîre hatiye xerckirin. Koçberî çêbûn. Derfeta me ya ku şaştiyê bikin nîne."

PARTIYA DEVA’YÊ: PÊVAJO DI BIN SIYA ÇEKAN DE NAMEŞE

Piştre şandeya DEM Partiyê serdana Partiya DEVA’yê kir. Şande ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî Ahmet Burçin Yereli, Zeynep Sudan û Mehmet Sait Başaran ve hat pêşwazîkirin.

Cemîle Tûrhalli Balsak diyar kir ku pêvajo hemû beşan eleqedar dike û got, "Berpirsiyariyên me hemûyan hene. Divê em bi hev re vî agirî vemirînin." Ceçîle li ser banga Rêber Apo rawestiya û bal kişand ser girîngiya avakirina komîsyona Meclisê.

Ahmet Burçin Yereli jî diyar kir ku divê pêvajo bi awayekî zanistî û rast were amadekirin û got, "Pêvajo di bin siya çekan de nameşe. Ji ber fikarên pêvajoya berê em bi baldarî tevdigerin.”