Dostê Kurt Martîn Dolzer li meclîsa Hambûrgê ye

Encamên dawî yên hilbijartinên Eyaleta Hambûrgê, ku di roja Yekşemê de pêk hat, hatin aşkerakirin.

Encamên dawî yên hilbijartinên Eyaleta Hambûrgê, ku di roja Yekşemê de pêk hat, hatin aşkerakirin. Li gel siyasetmedara Kurd Cansû Ozdemîr, yek ji wekîlên Partiya Çep ên ketin meclîsa eyaletê, dostê Kurd Martîn Dolzer e. Dolzger diyar kir ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê ew ê bixebite.

Encamên dawî yên hilbijartinên Eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê zelal bûn. Di hilbijartinan de Partiya Çep bi 2 pûanan rêjeya dengê xwe zêde kir û bi rêjeya ji sedî 8,5'an 11 parlamenter şand meclîsa eyaletê.

Li gorî encamên hilbijartinên 2011'an Partiya Çep 3 kursiyên din bi dest xist. Yek ji navê di lîsteya Partiya Çep de cih digire dostê gelê Kurd û parêzvanê mafên mirovan ê têkoşîna azadiyê ya Kurd destek dike Martîn Dolzer e.

'EZ Ê JI BO GELÊ KURD JÎ BIXEBITIN'

Dolzer ê di rêza 8. a lîsteyê de ket meclîsê, ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew ê ji bo mafên gelê Kurd jî bixebite. Dolzer anî ziman ku ew ê alîgirê têkoşîna mafan a koçberan, penaberan û bêkaran be û ji bo li qadên perwerde, civakî û tenduristiyê sîstemeke adîl bê avakirin, ew ê têbikoşe.

Dolzer da xuyakirin ku li Meclîsa Eyaletê ew ê ji bo destekkirina rêveberiyên Rojava têbikoşe û got, "Pêwîste PKK tavilê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û qedexeya li Elmanya ya li ser PKK'ê êdî were rakirin." Dolzer destnîşan kir ku ew ê di her du mijaran de jî têbikoşe.

Dolzer bi taybetî spasiyên xwe pêşkêşî hilbijêrên Kurd, Afrîkayî û Rûs ên destek dan wî kir û peyama xwe bi gotinên Kurdî yên "Berxwedan Jiyan e" û "Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî kir.