Demîrtaş: Wezîfeya hikûmetê ya ji 10 xalan heye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir ku li Îmraliyê li ser 10 xalan hatiye axivîn û divê hikûmet di çarçoveya van xalan de gavê biavêje.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir ku li Îmraliyê li ser 10 xalan hatiye axivîn û divê hikûmet di çarçoveya van xalan de gavê biavêje.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li dû civîna koma partiya xwe ya heftane, bersiv da pirsên rojnamevanan.

Demîrtaş ji bo pirsa li ser nîqaşên 'danîna çekê' de got, "Der heqê pêvajoyê de nîqaş li ser çek berdanê tê kirin, lê belê wezîfeya hikûmetê ya ji 10 xalan heye. Ev yek jî li Îmraliyê hat axaftin. Çima Serokwezîr vê nabêje? Di hevdîtinê de dihat gotin ku 'eger li ser van 10 xalan mutebeqet pêk were wê di demeke kurt de li ser mijara bêçekbûyînê gav were avêtin'. Hikûmet, mîna ku ev 10 xal nîne, tevdigere. Yên li ser navê hikûmetê dinivîsînin jî qet behsa van 10 xalan nakin."

Demîrtaş diyar kir ku eger heyeta HDP'ê ya Îmraliyê di rojên pêş de daxuyaniyeke berfireh bide dibe ku ew van xalan parve bikin û destnîşan kir, ku naveroka van xalan, gavên ji bo azadî, demokrasî û aştiyê were avêtin e.

Demîrtaş da zanîn ku banga Ocalan der heqê van 10 xalan de ye û got, "Eger gelekî dixwazin bila ew bi xwe parve bikin. Ocalan dibêje, 'Em li ser van 10 xalan li hev bikin, em ê berpirsyariyên wê yekser bicih bînin'. Xalên surprîz nînin."

'PAKÊT WÊ DÎNAMÎKÊN AŞTIYA CIVAKÎ XERA BIKE'

Demîrtaş nerazîbûn nîşanî gotinên Serokwezîr Davûtoglû yê digot, "Hem Pakêta Ewlekariya Hundirîn wê bibe qanûn hem jî wê pêvajo dewam bike" da û ji bo pirsa "Eger pakêt bê, pêvajo wê nemeşe?" Demîrtaş got, "Pakêt wê hemû dînamîkên aştiya civakî xera bike, lewma ne tenê li dijî pêvajoya çareseriyê ye. Bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê jî dike, lêgerînên aştiyê yên civakî ji holê radike. Li cihekî mûxalefet lê were binpêkirin, kes nikare behsa aştiyê bike."