Tevî ku Rêber Apo di banga xwe ya 27’ê Sibatê de ji bo çareseriya meseleya Kurd a bi rengekî aştiyane, îşaret bi zemînê qanûnî û hiqûqî kir, desthilatdariyê hîna têkildarî vê yekê ti gav neavêtine. Aliyê Kurd jî heya niha hemû gavên pêwîst avêt. Herî dawî biryarên ku di kongreya PKK’ê ya 5-7’ê Gulanê de hatine dayîn, di hejmara dawî ya Rojnameya Serxwebûnê de cih girtin. Di biryarên kongreyê de ji bo çareseriya pirsgirêkê, îşaret bi zemînê qanûnî û hiqûqî hate kirin. Dîsa di hejmara dawî ya Rojnameya Serxwebûn de, ‘Rapora Polîtîk’ a ku Rêber Apo ji kongreyê re şandî hate parvekirin.
Têkildarî geşedanên navborî Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bersiva pirsên ANF’ê da.
Li Tirkiyeyê di nîqaşên aştî û çareseriyê de aliyê Kurd gavên girîng avêtin. Biryarên ku di Kongreya 12’an a PKK’ê de hatine girtin û rapora polîtîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji kongreyê re şandî, bi raya giştî re hate parvekirin. Ev her du geşedan tê çi wateyê, hûn çawa şîrove dikin?
Ji meha Cotmehê ya borî û vir ve, 8 meh in ev pêvajo dewam dike. Di vê çarçoveyê de aliyê Kurd tişta ketî ser milê xwe pêk anî û pêk tîne. Banga 27’ê Sibatê ya Serok Apo dengek mezin veda. Piştre biryara agirbestê ya PKK’ê û li ser vê esasê pêk hatina kongreyê, nîşan dide ku çiqasê cidî û samîmî nêzî meseleyê dibe. Divê her kes vê yekê bibîne û ez difikirim ku ev yek jî tê dîtin.
Gelo em dikarin bêjin ku ji bo demê pêş ev perspektîf bingehê nexşerêya polîtîk-siyasî ya têkoşîna Kurd ava dike?
Li holê ye ku pêvajoya li pêşiya me wê çawa şikil bigire û divê çawa be. Di vê nuqteyê de PKK xwe fesix dike û mîna Serok Apo diyar kirî, misyona xwe ya dîrokî bi cih aniye. Ji vir û şûnde li gorî pêvajo û paradîgmaya nû wê rêxistinbûnek çêbibe.
Di biryarên kongreya PKK’ê de ji bo aştiyê, bi berfirehî îşaret bi zemînê hiqûqî tê kirin. Lê belê em dibînin ku dewletê hîna di zemînê qanûnî û hiqûqî de gav neavêtiye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Me ev pêvajo ji aliyê xwe ve nirxand. Me gavên vekirî û zelal avêt. Hemû raya giştî vê yekê dibîne. Lê aştî yekalî nayê avakirin. Weke Devlet Bahçelî jî got, ‘Çûk nikare bi yek baskê bifire’. Hûn nikarin her tiştê ji yek aliyê hêvî bikin û aştiyê çêbikin. Hûn dikarin yek alî şer îlan bikin, ji bo aştiyê divê her du alî jî gav bavêjin. Niha gav hene ku divê hikûmet bavêje. Di biryarên kongreyê de jî tê behskirin. Di banga Serok Apo de jî heye. Banga 27’ê Sibatê Banga Aştî û Civaka Demokratîk e. Yanî asteke wê aştî, asta din avakirina civaka demokratîk e. Di dawiyê de jî dibêje ku ji bo ev yek çêbibin, divê zemînê hiqûqî were amadekirin. Pratîka hikûmetê ya niha, pratîkek baş nîne. Di 8 mehên borî de eger hikûmetê bi rengekî samîmî gavên pêwîst avêtiba, îro em li nuqteyeke pir cuda bûn. Îro gelek tişt wê pratîk biban. Hîna tecrîda li ser Serok Apo ne rabûye. Divê ev yek piştî banga 27’ê Sibatê yekser çêbiba. Hîna ne endamên çapemeniyê, ne akademisyen, ne siyasî û ne jî beşên din nikarin bi Serok Apo re hevdîtinê bikin. Ji dervey diyalogên bi rêya DEM Partiyê, serdan yan jî hevdîtinek çênebû. Divê ev yek demildest pêk were.
Behsa Meclîsê tê kirin, lê di vî alî de jî pêşketinek rû neda.
Divê di serî de ev mijar hatiba rojeva meclîsê. Ji bo ku di meclîsê de komîsyonek bê avakirin, bang hatin kirin. Lê pêşketinek rû neda. Pêwîste komîsyonek navendî bi beşdariyeke berfireh were avakirin ku astengiyên qanûnî rake û pirsgirêka Kurd çareser bike. Ev komîsyon divê tenê bi meclîsê ve sînordar nebe; divê bi hikûmet, muxalefet û hemû partiyên siyasî, bi taybetî bi Rêber Apo re li Îmraliyê, di diyalog û têkiliyeke domdar de be. Di heman demê de, divê bi erdnîgariyên din ên Kurd ên wekî Ewropa, Rojava û Başûrê Kurdistanê re têkilî bên danîn. Ji ber ku ev mijar ne tenê Bakurê Kurdistanê, hemû gelê Kurd eleqedar dike.
Di vê çarçovê de, divê lihevkirinek berfireh a civakî û siyasî were çêkirin, divê di meclîsê de gavên berbiçav werin avêtin û hebûn û mafên Kurdan di Destûra Bingehîn a nû de werin misogerkirin. Heta niha gotinên "xwişk-biratiyê" hatine kirin; lê belê, têkiliyek ku tê de yek alî xwediyê hemû mafan be û yê din jî ji wan bêpar be, nikare bibe xwişk-biratiyek rastîn. Her çend peyva "Tirk" di Destûrê de 41 caran tê behs kirin jî, "Kurd" carekê jî nayê behs kirin. Ger behsa wekheviyê were kirin, divê Kurd di tevahiya avahiya dewletê de cih bigirin û ev wekhevî bi awayekî berbiçav were misogerkirin kirin.
Ev pirsgirêk tenê bi PKK’ê ve ne sînordar e; ew pirsgirêkek kûr e ku ji Împeratoriya Osmanî vir ve zêdetirî 200 sal in heye. Ji ber vê yekê, divê çareseriyên mayînde û samîmî werin hilberandin. Ger em bi rastî li ser "qanûna xwişk-biratiyê" biaxivin, Kurd ji bo vê yekê amade ne. Lê belê, tê dîtin ku hikûmetê heta niha berpirsiyariya pêwîst negirtiye ser xwe û pêvajoyê asteng kiriye. Divê dev ji vê helwestê were berdin û ji bo çareseriyê gavên samîmî û biryardar werin avêtin. Ne wisa be, ev pirsgirêk bi hewldanên yekalî çareser nabe.
Ji bilî awerekirinê, hikûmet gavên ku zirarê dide demokrasiyê davêje. Ev yek di pakêta darazê de jî xuya bû. Li aliyê din pêla operasyon û girtinan li dijî şaredariyên CHP’ê didom in. Hûn van nêzîkatiyan çawa dinirxînin?
Banga Rêber Apo bangek ji bo Aştî û Civakeke Demokratîk e. Di bangê de gelek caran têgehên mîna "demokrasî" û "civaka demokratîk" derbas dibin. Di hemû hevdîtinên ku têne kirin de, demokrasî di rêza yekem a prensîbên ku wekî bingeh têne girtin de ye. Lê belê, yek ji nakokiyên herî mezin ên îro li vir e: Hikûmeta heyî êrîşî her kesê ku mîna wê nafikire dike û hewl dide ku dengên cuda bitepisîne. Ti têkiliya vê nêzîkatiyê ya bi demokrasiyê re û bi avakirina civakeke demokratîk re nîne. Ev pratîk nikare bi demokrasiyê re ango avakirina civaka demokratîk re bê vegotin. Pirsgirêka Kurd tenê dikare li ser bingeha demokratîkbûnê were çareser kirin. Ji ber ku Kurd jî hêzek demokratîk in. Di vê çarçoveyê de, em dibînin ku zextên zêde û pratîkên dij demokratîk ên ku CHP’ê hedef digirin berdewam dikin. Ger CHP’ê wekî reqîbek bihêz a hikûmetê nehata dîtin, yek ji van operasyonan nedihata kirin. Mînakî din, ger Ekrem Îmamoglu bi eşkereyî negota "Ez namzet im" an jî wekî navekî ewqas bihêz di raya giştî de derneketibûya pêş, li dijî wî operasyon nedihatin kirin. Her kes vê yekê dizane.
Hûn van pêkanînan weke operasyona siyasî dinirxînin?
Bê guman, ev bûyer operasyonên siyasî ne. Ji bo vê ne mimkûn e ku em vê rewşê bipejirînin. Em nikarin bibêjin, "Baş e, em bi we re li hev bikin, lê hûn dikarin çi bixwazin bi muxalefeta din bikin." Helwestek wisa ne exlaqî ye û ne jî demokratîk e. Wekî din, zilm û operasyonên li dijî Kurdan jî hîn bi dawî nebûne. Operasyonên leşkerî berdewam dikin, girtinên siyasî berdewam dikin û gelek kes di girtîgehan de hîn jî ji azadiya xwe bêpar in. Di paketa darazê ya ku di serdema berê de hatibû derxistin de Kurd hatin paşguhkirin. Bê guman, tenê tevlîkirina Kurdan di rêziknameyên wiha de jî nayê wê wateyê ku çareserî heye. Ev pirsgirêk bi pakêtên bi vî rengî an jî tedbîrên paliyatîf çareser nabe. Lê belê, gavên wiha ji bo avakirina hawîrdorek aram, paqijkirina rê û zêdekirina baweriyê girîng in. Di vê wateyê de, heya ku ev gav neyên avêtin, her çend sembolîk bin jî, ne mimkûn e ku mirov behsa îradeyek dilsoz a ber bi demokratîkbûnê ve bike. Di heman demê de, pratîkên qeyûman berdewam dikin. Qeyûman ji bo gelek şaredariyan hatine tayînkirin û ev pratîk her du mehan carekê bi awayekî keyfî têne dirêjkirin. Niha, her wiha pêl bi pêl operasyonên ku CHP’ê hedef digirin hene. Ev rewş civakê û me aciz dike. Ji ber ku em van operasyonan wekî ku tenê li dijî CHP’ê têne kirin nabînin, mîna ku li me hatiye kirin em dibînin. Berê heman rêbaz li ser me hatine sepandin, niha ew li dijî wan têne kirin. Ger gendelî hebe, bê guman divê heta dawiyê li dijî wê têkoşîn were kirin. Lê belê, bêdengkirina muxalefetê û tengkirina qada siyasî bi hinceta gendeliyê nayê qebûlkirin. Ger em ê li Tirkiyeyê li dijî gendeliyê têkoşîn bikin, divê em pêşî li çembera AKP’ê binêrin. Ji ber ku pirsgirêka herî mezin di vî warî de li wir e.
Derheqê serokê CHP’ê Ozgur Ozel de du lêpirsînên din hatin vekirin.
Bi van lêpirsînan ev kar naçe serî. Tu hewl didî li meclîsê vê pirsgirêkê çareser bikî. Ev meseleyeke mezin e. Tu hewl didî partiya muxalefeta sereke ku di hilbijartinên xwecihî yên dawîn de bûye partiya yekem, bi rêya darazê biçewisînî. Em ê vê yekê weke sabotekirina pêvajoyê binirxînin. Hewla sabotajê ye, rewşeke bi vî rengî derdikeve holê. Ji ber vê yekê rewşeke bi pirsgirêk e. Divê tavilê dev ji vê yekê berdin. Ger li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd were çareserkirin demokratîkbûyîn mecbûrî ye. Demokratîkbûyîn jî divê ji bo hemû kesan be. Ji ber vê yekê divê tu kes ji bo dirêjkirina desthilatdariya xwe û serî li rêyên cuda nede. Divê hemû kes rêzê li îradeya gel bigire.
Gelo pêwendiya di navbera geşedanên li Sûriyeyê û nîqaşên pêvajoyê de çi ye? Hûn pozîsyona desthilatdariyê ya li Sûriyeyê çawa dibînin? Hikûmeta AKP’ê hêjî bi pêngavên xwe yên li Sûriyeyê li hemberî Kurdan disekine?
Sûriye, Rojava, Bakur û Tirkiye ev meseleyên gelekî ketine nava hev in. Bêyî hevdu em nikarin çareser bibin. Yanî hemû geşadanên li Bakur bandorê Rojava û Sûriyeyê dikin. Divê hikûmeta Tirkiyeyê di vê mijarê de hem di nava xwe de hem jî derve demokrasiyê ava bike. Mezintirîn pirsgirêka Sûriyeyê avakirina Sûriyeya demokratîk e. A niha serokê HTŞ’ê Colanî li Şamê hikûmet e. Rejîma BAAS’ê xwedî xeteke laîk-netewperest bû, Colanî jî xwedî xeteke neteweperest-îslamparêz e. Tu kesî ji devê Colanî peyva ‘demokrasiyê’ nebihîstiye. Li hemberî demokrasiyê ye. Her wiha hemû geşedanên li herêmê Kurdan, Tirkiyeyê û me hemûyan eleqedar dikin. Şerê li herêmê jî bi dawî nebûye. Yanî şerê li Xezeyê berdewam dike. Ev şer li herêmê belav bûye. Berê xwe dide Libnan, Sûriye, Yemen, Iraq, Îran û Kurdistanê. Yanî Tirkiye di vî karî de alîgir e. Xala me ya derketinê girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîkbûyîna hemû herêmê ye. Ev ne tenê ya Tirkiyeyê ye di heman demê de demokratîkbûyîna Sûriye, Iraq, Îran û hemû herêmê ye. Pirsgirêk bes dikarin bi gelan, baweriyan û cudahiyan re girêdayî nêzîkatiyeke ku xwe dispêre bingeheke demokratîk û bi avakirina civaka demokratîk werin çareserkirin. Pirsgirêka Îsraîl-Filistînê, yanî pirsgirêka Îsraîl-Ereban li hemberî van hemûyan dikarin bi rêya pêngavên diyalog û demokratîk were çareserkirin. Wisa girêdayî bingeheke neteweperestiyê ya ji aliyê beşeke Îslamparêz ve tê kirin, girêdayî neteweperestiya Ereban û bi gotinên weke ‘Divê Cihû ji vê herêmê biçin’ çareser nabe. Cihû jî gelekî van xakan in ku gelekî qedîm e jî. Hemû kes dikare bi hev re di nava aşitî û araiyê de bijî û divê wisa jî be. Girêdayî rêza li beramberî hev. Ev yek hem ji bo Ereban hem ji bo Cihûyan hem jî ji bo Tirk û Kurdan derbasdar e. Ji bo Farsan jî derbasdar e. Girêdayî vê yekê projeya ku Rêber Apo pêş xistiye ne ne têkildarîKurdistanê ye, projeyeke herêmî ye. Em di wê baweriyê de ku wê ev proje pirsgirêkan çareser bike.
Aliyekî banga 27’ê Sibatê banga aşitiyê bû. Aliyê din jî avakirina civaka demokratîk. Ji vî aliyî ve li hemberî vê bangê li ku derê ye? Têkildarî avakirina civaka demokratîk, birêxistinbûn û têkoşîna gelê Kurd û dostên wan hûn dixwazin çi bibêjin?
Avakirina civaka demokratîk gelekî girîng e. Ev yek hem ji bo Kurdistanê hem jî derdorê yanî ji bo hemû herêmê derbasdar e. Erê PKK’ê xwe fesix kir. Partiyeke wisa bû ku xwe li ser xeta sosyalîzma reel û rizgariya neteweyî ava kiribû. A niha ragihand ku ev mîsyona xwe temam kiriye û xwe fesix kiriye. Lê belê ev yek nayê wateya bidawîbûnekê. Ev destpêkeke nû ye. Ev yek nayê wê wateyê ku wê Kurd bê rêxistin bin û wê valahiyek rû bide. Bi modeleke birêxistinbûnê ya ku wê li gorî serdema nû civaka demokratîk ava bike, ev pêvajo tê birêvebirin. Yanî ev birêxistinbûn hemû di vêçarçoveyê de li gorî rewşa nû werin kontrolkirin. Wê birêxistinbûnên li gorî wê çêbibin. Divê dilê gelê me di vê mijarê de rehet be. Wê valahiyek rû nede. Vê tevgerê di têkoşîna xwe ya 52 salan de gelek bedel dan. Wê ev bedel ne berhewa bin. Em girêdayî avakirina civakeke demokratîk hewl didin çareseriyekê bi dest bixin. Bila dilê gelê me di vê mijarê de rehet be. Lê belê divê tu kes jî tedbîrên xwe ji dest nede. A niha ji bo pêşxistina birêxistinbûnê em di vê serdemê de ne ku divê em gelekî hewl bidin. Bêyî ku ku bes temaşe bikin û bibêjin ku ‘jixwe hevdîtin tên kirin û tê nîqaşkirin û em hema lê binêrin’ divê hemû kes girêdayî bingeha demokratîk birêxistinbûna xwe zêdetir bike. Em awayê têkoşînê diguherînin. Yanî têkoşîna çekdarî didin sekinandin lê belê ev yek nayê wê wateyê ku têkoşîna azadiyê hatiye sekinandin. Wê têkoşîneke mezin were meşandin. Di vê çarçoveyê de wê hemû planên me weke xwe bi rê ve biçin. Ji bo vê yekê jî divê em pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ hem di asta neteweyî û hem jî di asta navneteweyî de pratîk bikin û pêş bixin. Her wiha divê gelê Kurd zêdetir werin ba hev. Li herêmê şerekî mezin heye. Pirsgirêka Kurd bi awayekî cidî tê nîqaşkirin. Di vê serdemê de divê gelê Kurd zêdetir yekîtiya xwe ava bike û bi hev re tev bigere. Ez di wê baweriyê de me ku di serdema pêş de em erkên xwe bi cih bînin em ê bi ser kevin. Daxwaza me ev e. Em jidil in.