ÎHD: Di sala 2014'an de 2082 caran mafên zarokan hatin binpêkirin

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a sala 2014'an' bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir.

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a sala 2014'an' bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir. Di raporê de hat ragihandin, ku di nava sala 2014'an de li gelek qadên cuda yên jiyanê 2082 caran mafên zarokan hatine binpêkirin û hat destnîşankirin, ku di nava salê de 4 zarok ji ber şîdeta hêzên ewlekariyê li herêmê jiyana xwe ji dest dan, 7 zarok jî birîndar bûn. 44 zarok hatin binçavkirin, 106 jê hatin girtin.
 
Civîna çapemeniyê ya aşkerakirina 'Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a sala 2014'an' a ÎHD'ê li avahiya komeleyê ya Amedê pêk hat. Di civînê de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, endamê Meclîsa Rêveberiya Navendî û Nûnerê Herêma Anatoliya Rojhilat-Başûrrojhilat Abdulselam Înceoren, endamê Desteya Rêveberiya Navendî Şevket Akdemîr, endamên Desteya Rêveberiya Şaxê Amedê Emîn Ermîn, Parêzer Mahsûm Kaya û Parêzer Îbrahîm Çelîker amade bûn.

Beriya xwendina metna daxuyaniyê Bîlîcî daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku di şexsê Ozgecan Aslan a li navçeya Mersîn Tarsûsê bi hovane hat qetilkirin de şîdeta li hemberî jinê derbasî qonaxeke nû bûye, veguheriye êrîşên li dijî mirovahiyê û destnîşan kir ku ew şîdeta li hemberî jinê protesto dikin û ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî vê dewam bikin.

Dûre endamê Komîsyona Zarokan a ÎHD Şaxê Amedê Parêzer Mahsûm Kaya 'Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a sala 2014'an' xwend.

Li gorî raporê, mafên zarokan ên hatine binpêkirin bi vî rengî ye:

Yên ji aliyê polîs û jendermeyan ve hatin qetilkirin û birîndarkirin: 4 mirî, 7 birîndar

Yên ji aliyê cerdevanan ve hatine kuştin û birîndarkirin: 1 mirî, 2 birîndar

Yên ji ber şaşitî û xemsariya fermî mirin/birîndar bûn: 3 mirî

Yên di xwepêşandanên civakî de li êrîşên kiryar nediyar rast hatİN. 3 mirî

Yên li ser sînor hatin kuştin û birîndarkirin: 3 mirî, 7 birîndar

Yên ji ber teqîna mayîn û bombeyên li naverastê mirin û birîndar bûn: 1 mirî, 9 birîndar

Mirinên bi guman: 5 mirî

Xwekuştin: 12 xwekuştin, 8 hewldanên xwekuştinê

Şîdeta li nava malbatê: 5 birîndar/şîdet, 1 tecawiz, 1 destdirêjî

Şîdeta li qada civakî: 3 mirî, 2 birîndar/şîdet, 12 tecawiz, 3 destdirêjî

Yên hatin binçavkirin: 444

Yên hatin girtin: 106

Yên di binê çavan de rastî îşkence û pêkanînên xerab hatin: 6

Yên li cihên derveyî cihên binçavkirinê rastî îşkence û pêkanînên xerab hatin: 6

Yên di xwepêşandanên civakî de li lêdanê rast hatin û birîndar bûn: 36

Şîdeta li dibistanê: 2

Yên doz li wan hat vekirin û hatin cezakirin: 518

Zarokên qeyda wan li gel polîsan hat çêkirin: 872

Bi giştî: 2082 binpêkirin