Li Bensheimê banga ‘Ji Rêber Apo re azadî’
Di meşa li Bensheimê de hate destnîşankirin ku Rêber apo di şert û mercên tecrîda mutleq de nikare rola xwe bilîze û hate diyarkirin ku azadiya wî divêtiya hiqûqî, mirovî û siyasî ye.
Di meşa li Bensheimê de hate destnîşankirin ku Rêber apo di şert û mercên tecrîda mutleq de nikare rola xwe bilîze û hate diyarkirin ku azadiya wî divêtiya hiqûqî, mirovî û siyasî ye.
Li bajarê Bensheim ê Elmanyayê bi daxwaza azadiya Rêber Apo bi beşdariya gelek Kurdistaniyan meş hate lidarxistin.
Meşa ku bi organîzasyona Meclîsa Gel a Kurd û Yekîtiya Jinên Kurd a Hessenê hate lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di meşa ji Heidelberg Strasse destpê kir de pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re Azadî” û wêneyên Rêber Apo hatin hilgirtin.
Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” ve “Bê Serok Jiyan Nabe” gihişt qada mitîngê.
Di daxuyaniya li qada mitîngê de hate destnîşankirin ku meseleya Kurd hîna yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Rojhilata Navîn e. Her wiha hate bibîrxistin ku di pevçûnên navbera Tirkiye û tevgera azadiya Kurd de zêdeyî 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran gund hatine valakirin û bi milyonana kes ji cihê xwe bûne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêvajoyên aştiyê bi xurt û bi rêberên di civakê de xwedî hêz dikare were rêvebirin û hate gotin ku wekî navên Nelson Mandela û Gerry Adams Rêber Apo jî dikare di vê çarçoveyê de fîgûrekî girîng bilîze.
Hate ragihandin ku ji sala 1993’an ve hikûmetên cuda bi Rêber Apo re têkilî danîne, di hikûmeta Erdogan de jî muzakereyên bi qasî 2 sal û nîv hatine rêvebirin, lê ev pêvajo bi dawî bûne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêber Apo bikare di şert û mercên tecrîda mutleq de rola xwe bilîze û hate gotin ku azadiya wî dîvêtiya hiqûqî, mirovî û siyasî ye.