ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dora li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Asûrî/Suryaniyan bang kir
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Dora bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Asûrî/Suryaniyan û diyar kir ku êrîşên qetilkirin û revandinê zêde bûne. Dora bang li saziyên navneteweyî û hêzên demokratîk kir ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê. -
Faşîstan li Zanîngeha Enqereyê bi çekê êrîş kirin
Li Fakulteya Ziman Dîrok û Cografya de, ji ber êrîşa faşîstan wezîfedarekî ewlekariyê yê taybet û du xwendekarên welatparêz-demokrat birîndar bûn. -
HDP li Danîmarkayê civînên xwe yên herêmî didomîne
Koordînasyona HDP’ê ya Danîmarkayê ji bo hilbijartinên giştî yên di 7’ê Hezîranê de wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk bên civînên xwe yên herêmî didomîne. -
Ji Awûstûryayê 'Qanûna Îslamê' ya nû: Tirkiye nema dikare mele bişîne
Parlamenta Awûstûryayê, ji bo pêşî li rêxistinbûyînên olî yên tund bigire, qanûneke nû derxist. -
Tanriverdî: Li girtîgehê tecawiz û îşkence kevneşopiya dewletê ye
Serokê ÎHD’a Mersînê Alî Tanriverdî got: “Di rastiyê de karneya girtîgehên Tirkiyeyê qet ne paqij e. Bi bûyerên taciz, şîdet, tecawiz û komkujiyan tijî ye. Tiştên îro li zarokan tên kirin jî berdewama vê kevneşopiyê ye.” -
Neues Deutschland bi manşeta 'Şervanên azadiyê yên qedexe' derket
Ji rojnameyên rojane yên Elmanyayê Neues Deutschland, ji bo destekê bide pêşniyarnameya Partiya Çep a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, îro bi manşeta 'Şervanên azadiyê yên qedexe' derket. -
Kampanya 'Bila qedexeya li ser PKK'ê rabe' ya zanyaran dewam dike
Di çarçoveya kampanya rakirina qedexeya li ser PKK'ê de 5713 îmzeyên bi pêşengiya komek ji zanyaran û aktîvîstên aştiyê hatin komkirin, ji bo bigihîne Serokwezîr Merkel, radestî serokwezaretiyê hatin kirin. -
Li Zanîngeha Marmara êrîşa nîjadperest
Komeke nîjadperest li Kampûsa Haydarpaşa ya Zanîngeha Marmara, êrîşî xwendekarên Kurd kirin -
Kose: Divê Îran darvekirinan tavilê bisekinîne
Berpirsyarê Mafên Mirovan ê Partiya Çep a Sosyal Demokrat a Swêdê parlamenter Serkan Kose diyar kir ku Hikûmeta Swêdê ji bo sekinandina darvekirinên li Îranê di nava hin hewldanan de ye û wê van hewldanên xwe dewam bike. -
Birçîbûn û xizanî zêde dibin
Ji bo kedkarên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn sînorê birçîbûnê hezar 308, sînorê xizaniyê jî 4 hezar 256 TL hat diyarkirin. -
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû û gelek karker hatin binçavkirin
20 jin gelek karkerên avahiya rêveberiyê ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Maltepeyê dagir kirin, ku Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî di nav de bû, bi lêdanê hatin binçavkirin. -
Rapora Amnesty a 2014'an: Herî zêde sivîlan ji şer zerar dîtin
Li gorî Rapora Mafên Mirovan a 2014'an, ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hat weşandin, pevçûnên li gelemperiya cîhanê herî zêde zerar dane sivîlan. Di raporê de bal hat kişandin ser zêdebûna îşkence, tecawiz û revandina mirovan. -
Saziyên li Hamburgê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê
Saziyên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hamburgê hatim cem hev, bi armanca destekkirina HDP'ê lez dan xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê. -
Karsazê Îngilîz ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê şer dike
Tîm Locks, ku di cîhana derve ya Îngilîstanê de kar dikir, bi gotina xwe 'her tişt li dû xwe hişt' biryar da li Iraqê li dijî DAIŞ'ê şer bike. Locks ev biryara xwe piştî komkujiya meha Tebaxê ya li hemberî Êzidiyên li Şengalê da. -
Ji Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê ji bo piştgiriya HDP’ê bang
Însiyatîfa Gel a Kurecîk a Ewropayê ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê bang li Kurecîk û Meletiyan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê û di xebatên hilbijartinê de cih bigirin. -
Li Meletî 2 balafirên şer ketin
Li Meletî 2 balafirên şer ketin. Cenazeyê pîlotekî hat dîtin. -
Leşkeran ji rojnamevanan xwestin wêneyên YPG/YPJ'ê nekişînin
Rojnamevanên ji bo dîtina cihê nû yê Tirba Silêman Şah derbasî Kobanê bûn, nekarîn ji qadeke 3 metrekareyî derkevin. Leşkeran nehiştin Gundê Aşme yê ji al û şervanên YPG/YPJ û wêneyên Ocalan bê kişandin, banga hesasiyetê li rojnamevanan kirin. -
Artêşa Tirk li Stewrê derket operasyonê
Artêşa Tirk li bejahiya Stewrê dest bi operasyona leşkerî kir. -
8 saziyên li Swêdê destek dan HDP'ê
Li Swêdê, 8 rêxistinên civakî yên sivîl ku di nav de Konseya Kurd a Swêdê jî heye, dan xuyairin ku yekane hêza pirsgirêkên Tirkiye û Kurdistanê çareser bike HDP ye. -
Xebatên hilbijartinê Nurnberg û Bûdapeşte destpê kirin
Li bajarê Elmanya Nurnberg û li bajarê Romanya Bûdapeşteyê, xebatên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê destpê kirin. -
Li Enqereyê di servîsa LPG’ê de teqîn
Li Enqereyê Herêma Sanayiyê ya Ostîm Îvedîk di serwîsa LPG’ê de ji ber gazê teqînekê rû da. Di teqînê de 5 karker birîndar bûn, kargehê zerareke mezin dît. -
HDP'ê pêşniyarpirsek pir zimanî da hikûmetê
Parlamentera HDP’ê Yildirim, diyar kir ku li Tirkiyeyê 18 ziman din talûkeyê de ne, hikûmet li gor normên gerdûnî tevnagere. Yildirim ji bo polîtîkayên zimanên cuda yên hikûmetê bi 8 zimanên cuda pirs ji hikûmetê kir -
Li Elmanyayê ji bo HDP'ê komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin
Li Elmanyayê xebatên ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên giştî de, zêde bûn. Li bajarên Frankfurt, Ludwigshafen û Leverkusenê, komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin. -
Têkçûna Tirkiyeyê ya li Rojava: Tirba Silêman Şah
‘Operasyona Silêman Şah’ ya ku çapemeniya hikûmetê hewl da veguherîne destana qehremaniyê, di rastiyê de bû nuqteya îflasê ya dawî ya polîtîka AKP’ê li Rojava û Sûriyeyê. -
Kartal: Ji bo serketina di hilbijartinan de xebateke berfireh divê
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal di axaftina xwe ya li civîneke gel a li Amsterdamê de destnîşan kir, ku bi zanebûn manîpulasyonên dibêjin 'HDP wê bendê derbas neke' tên belavkirin û destnîşan kir, ku ev yek nuqteyeke psîkolojîk e.