Aksoy: Li girtîgehan nexweşiyên şewbê zêde dibin

Parlamenterê HDP'ê Aksoy da xuyakirin, ku ji ber girtiyên nexweş di dema pêwîste baş de nayên tedawîkirin, li girtîgehan nexweşiyên kanser, tuberkuloz, şîzofrenî û hepatît zêde bûne.

Parlamenterê HDP'ê Aksoy da xuyakirin, ku ji ber girtiyên nexweş di dema pêwîste baş de nayên tedawîkirin, li girtîgehan nexweşiyên kanser, tuberkuloz, şîzofrenî û hepatît zêde bûne. Aksoy xwest li gelemperiya girtîgehan, kontrola tenduristiyê bê kirn.

Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, der barê zêdebûn nexweşiyên şewbê û hepatît ên li girtîgehan de pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû kir û xwest, bersiva van pirsan bide.

"Li hemû girtîgehan kontrola giştî ya tenduristiyê herî dawî kengî hat kirin?

Li girtîgehan, li dijî hepatît û nexweşiyên şewbê kîjan tedbîr tên girtin?

Ji girtî û hikumxwarên li girtîgehan çend girtî bi nexweşiya hepatît be ne? Her wiha li gel çend kesan nexweşiyên şewbê hatine tespîtkirin? Ev nexweşî li kîjan girtîgehan xwe dane der?

Hejmara mirovên ji ber nexweşiyên şewbê li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, çend e? Ev nexweşî kîjan in? Tedawiya wan çima nehatiye kirin?

Li girtîgehên nexweşiyên şewbê lê hatine tespîtkirin, kîjan tedbîr tên girtin? Girtî û hikumxwar di nava kîjan şert û mercî de bi çi rengî tên tedawîkirin?"