DEM Partî bi wesîleya cejnê bi gel re civiya
DEM Partî bi wesîleya cejnê li gelek bajaran bi gel re civiya. Pervîn Buldan a ku li Wanê axivî, bal kişand ser pêvajoyê û got, “Divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
DEM Partî bi wesîleya cejnê li gelek bajaran bi gel re civiya. Pervîn Buldan a ku li Wanê axivî, bal kişand ser pêvajoyê û got, “Divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya Cejna Qurbanê li gelek bajaran bi gel re civiya.
Li Wanê pîrozkirina cejnê li avahiya rêxistina bajêr a DEM Partiyê pêk hat. Serokwekîla Meclîsê ya DEM Partiyê û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û gelek kesên din beşdarî serdana cejnê bûn. Hevserokê Wanê yê DBP’ê Cemal Demir di serdanê de axivî û got, banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê, firsendek dîrokî ye û bang li her kesê kir ku xwedî li banga Rêber Apo derbikevin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî piştre axivî û destnîşan kir ku ev pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin, wê bibe wesîleya azadiya gelê me.
‘EM JI VÊ PÊVAJOYÊ BAWER DIKIN’
Pervîn Buldan jî cejna gelê Wanê pîroz kir û got, “Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di milyonan mirovan de kelecan û hêviyek mezin ava kir. Di her hevdîtina ku me bi Birêz Ocalan re pêk anî de, xwest ku em gelek silavên wî bigihînin gel. Ez jî bi vê wesîleyê silav û hezkirinên Birêz Ocalan digihînim gelê Wanê. Di her hevdîtina me de; diyar kir ku em ê bi hêvî û coşeke mezin ji vê pêvajoyê derbikevin. Di her hevdîtinê de Birêz Ocalan ev hişyarî dida: ‘Ev aştî wê bi rûmet çêbibe. Tiştên ku herî dawî bên kirin, nekin destpêk’. Ev ji vê pêvajoyê bawer dikin. Ji ber ku Birêz Ocalan di nava vê pêvajoyê de ye û em ji wî bawer dikin.”
Pervîn Buldan anî ziman ku cejn di heman demê de wesîleya xwişk-biratî û azadiyê ye û got, di vê pêvajoyê de divê her kes wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Her wiha Dem Partî bi wesîleya cejnê li Îzmîr û Edeneyê jî bi gel re civiya.