Tiesler anî ziman ku welatê wan divê di nava çar salan de li hemberî êrîşeke Rûsyayê amade be û got, binesaziya heyî ya Elmanyayê ji rewşeke bi vî rengî re bi têrkerî amade nîne.
Tieler ji rojnameya Suddeutsche Zeitungê re axivî û got, "Li Elmanyayê bawerî bi wê yekê hebû ku şerê demeke dirêj dewam dike, senaryoyek nîne ku em jê re amade bin. Lê belê ev rewş êdî guherî. Di mijara rîska şerekî ji ber êrîşeke berfireh a li ser Ewropayê em bi fikar in."
Tiesler ragihand ku tunelên heyî, stasyonên metroyê, xerajên binê erdê, otopark û jêrzemînên avahiyên cemaweriyê divê bi lez veguherin stargehan û got, "Ji bo qadeke ji bo milyonek mirovî bê amadekirin divê qadên bi vî rengî bêne diyarkirin û veguherandin."
Tiesler diyar kir ku ji 2 hezar stargehan tenê 580 ji wan dikarin bêne bikaranîn, ji bo nûkirina yên mayî jî pêwîstî bi milyonan euroyî heye û got, li van stargehan tenê 480 hezar kes dikarin bi cih bibin, ev yek ne ji sedî nîvê nifûsa Elman e. Dema ku mirov bîne beramberî hev, Fînlandiya xwedî odeyên parastinê ne ku 50 hezar kes lê bi cih bibin ku ev yek jî ji sedî 85 ê nifûsa wê ye.
Tiesler anî ziman ku avakirina stargehên nû wê demeke dirêj bixwaze, her wiha maliyeta wê jî wê zêde be, lewma yên heyî bi lez divê bêne nirxandin.
Tiesler bang li hikumeta federal kir ku vê planê fînanse bike, di nava çar salên bê de herî kêm 10 milyar euro, di nava 10 salên bê de jî herî kêm 30 milyar euro budçeyê veqetîne.
Tisler her wiha bang li welatiyan jî kir ku li hemberî qutbûna av û hêzê, malzemeyên rewşa lezgîn kom bikin û pêwîstiyên ji bo 10 rojan timî li gel xwe bihêlin.