Li Zurîhê çalakî: Bila ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê were rakirin
Kurdistaniyan li dijî binçavkirin û ambargoya li Mexmûrê, bang li civaka navneteweyî kirin.
Kurdistaniyan li dijî binçavkirin û ambargoya li Mexmûrê, bang li civaka navneteweyî kirin.
Li dijî binçavkirina nûnerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û ambargoyê, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakiya protestoyî hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên Kurdan di saetên şevê de li Gara Trenê ya Navendî ya Zurîhê hatin ba hev û ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê deqeyek rêz girtin.
Di çalakiyê de daxuyaniya bi zimanê Elmanî ya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê hatî amadekirin, ji aliyê Emre Kara ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zextên li ser Wargeha Mexmûrê bênavber dewam dikin, pêdiviyên esas nayên pêşwazîkirin, alîkariyên mirovî hatine sekinandin û nûnerên wargehê bi rengekî kêfî hatine binçavkirin.
‘DIVÊ DEMILDEST AMBARGO WERE RAKIRIN’
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin: “Divê demildest dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê were rakirin. Divê ji mirovên li wargehê jiyan dikin re, statuya penaberan were naskirin. Divê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî li dijî vê bêhiqûqiyê berpirsyarî bigire û demildest bikeve nava liv û tevgerê.”
Piştî daxuyaniyê çalakvanan bê navber bi Kurdî, Tirkî û Elmanî dirûşme berz kirin û zextên li ser wargehê protesto kirin.