Hejmara mirovên li Wanê hatin binçavkirin bû 8
Hejmara welatiyên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Wanê danê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin bû 8.
Hejmara welatiyên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Wanê danê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin bû 8.
Li navçeyên Wan Artemêtan û Îpekyolû, tîmên taybet ên polîsan bi hevdemî avêtin ser malan. Hejmara mirovên di serdegirtinan de hatin binçavkirin bû 8 kes.
Di serdegirtinên li taxên Suphan û Îpekyolû yên Artemêtanê de welatiyên bi navê Mazlûm Harmanci, Ferîde Karadaş, Sînan Gur, Vedat Komî, Mucahît Aytekîn, Serhat Benek û zarokên bi navê B.N. û V.B. hatin binçavkirin. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Wanê tên ragirtin.
Hat ragihandin ku di dema serdegirtinan de polîsan heqaret li welatiyan kirin û alavên li malan ji hev xistine.