HDP'ê binpêkirinên li Girtîgeha Kurkçulerê xist rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Beştaş binpêkirina mafan li Girtîgeha Kurkçulerê xist rojeva Meclîsê. Beştaş bi vê armancê pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê kir.
Parlamentera HDP'ê Beştaş binpêkirina mafan li Girtîgeha Kurkçulerê xist rojeva Meclîsê. Beştaş bi vê armancê pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê kir.
Parlamentera HDP'ê Beştaş binpêkirina mafan li Girtîgeha Kurkçulerê xist rojeva Meclîsê. Beştaş bi vê armancê pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Kenan Îpek kir.
Beştaş di pêşniyar pirsê de ragihand ku xwendina pirtûkan û xebatên atolyeyê yên girtiyan tên astengkirin, xwarin nebaş in û kantîn gelekî buha ye.
Beştaş ji wezîr Îpek bersiva van pirsan xwest:
"Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê yek ji girîgehên herî zêde mafên mirovan lê tê binpêkirin e. Tevî vê yekê jî çima pêşî li binpêkirina mafan nayê girtin?
Pirtûkên ji girtî û hikumxwaran re tên şandin, tevî ku ti bingeheke xwe ya qanûnî nîne ji mûxataban re nayên dayîn. Sedema vê çiye? Der heqê berpirsyarên binpêkirina vî mafî de hûnê lêpirsînê bikin?
Sedema pêkanînên nebaş ên li hemberî girtî û hikumxwaran çiye? Ji bo pêşîgirtina li van pêkanînên personel û rêveberiya girtîgehê, çima heta niha we dest bi xebatekê nekirine?
Maf û xebatên civakî yên girtî û hikumxwaran ên qanûnî, çima tên astengkirin? Di vê astengiyê de rola Wezareta we heye? Çima ev binpêkirinên li girtîgehan herdemî ne?
Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê, çima mafê herî bingehîn ê mirovan, mafê xwarinê tê binpêkirin? Çima xwarineke di nava şert û mercên baş de hatine amadekirin û bi têrkerî ji girtiyan re nayê dayîn? Ji bo sererastkirina vê yekê wê xebateke we hebe?
Li girtîgehê çima timî serjimartin tê kirin? Ji bo bidawîkirina vê pêkanîna kêfî hûnê bikevin nava tevgerê?
Çima li girtîgehê cezayê dîsîplînê bi awayekî kêfî û timî tê dayîn? Ji bo pêşîgirtina li vê hûnê tiştekî bikin?"