Ji Bûldan û Balûken daxuyaniya li ser 'êrîşa Roboskî'

Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, der barê terora dewletê ya li Roboskî de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berpirsyariya AKP'ê.

Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken, der barê terora dewletê ya li Roboskî de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berpirsyariya AKP'ê.

Bûldan û Balûken dan xuyakirin ku di dema hikûmetên AKP'ê ya desthilatdariya 13 salan de, zextên li hemberî gel, partiya wan, xebatkarên partiya wan roj bi roj zêde bûne û gotin, "Ev êrîşên ku di tevahiya pêvajoya hilbijartinê de li pêş çavê tevahiya raya giştî hatin kirin, gihaşt wê radeyê ku mîtînga bi beşdariya sed hezaran kesan a li meydana Stasyonê ya Amedê bê bombekirin. Xemsarî, kêmasî û helwestên bi zanebûn der heqê vî bombekarî de derketin holê, berpirsyariya hikûmeta AKP'ê ya der barê êrîşan de bi awayekî zelal radixistiye pêş çavan."

'BI RÊKÛPÊK E'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku yek ji cihên ev êrîş bi awayekî herî dijwar û bê rehim lê hat kirin jî Roboskî ye û ev xal hat destnîşankirin: "Li gundê Roboskî ku di sala 2011'an de bi balafirên şer ên F-16 re 34 gundiyên me hatin qetilkirin, ev demeke dirêj e pêleke nû ya êrîş û provokasyonan di meriyetê de ye. Feraseta ku gundiyên Roboskî qetil kir, li şûna ku hesap bide gel û dîrokê û lêborîna xwe bixwaze, berevajî vê yekê, tevî pêla binçavkirin û girtinên kêfî guleyên rastî li ser gelê me direşîne û bi vî rengî konsepteke bê rehim a êrîşê dimeşîne. Asta hêrs û kîna li hemberî gelê Roboskî, gihaştiye radeya talankirina xweza û qetilkirina heywanên li Roboskî. Ev yek ji zûdeyî ji asta mirovahiyê derketiye. Ev meheke ev êrîş zêde bûne û ji bo şopandina rewşê parlamenterên me çûn cihê bûyerê. Li hemberî parlamenterên me di çarçoveya fermanên hikûmeta AKP'ê de konsepteke ji her şêwe zext û şîdetê hatiye meşandin. Mîna Komkujiya Roboskî ya bi rêkûpêk û plankirî hat kirin, ev konsepta êrîş û şîdetê jî bi heman rengî bi rêkûpêk û plankirî tê meşandin."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xeleka dawî ya vê konsepta bi fermana hikûmeta AKP'ê tê meşandin, bi êrîşa fîzîkî û çekdarî ya li hemberî parlamenter Ferhat Encu yê di komkujiya Roboskî de bi dehan xizmên xwe winda kiribû, şênber bû û hat gotin, "Êrîşa li hemberî parlamenterê me, nêrîna dewleta AKP'ê ya li gelê me bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Ji ber helwesta hestyar û bi berpirsyarî ya paralmenterê me û gelê me, di vê êrîşê de tiştek bi kesî nehatiye."

'WEZÎR, WALÎ Û AMÎRÊN ÎDARÎ PLANSAZÊN SEREKE NE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Beriya her tiştî em van êrîşên mehên dawî ku weke feraseta komkujiyeke nû ya piştî komkujiya Roboskî dibînin bi tundî şermezar dikin û dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku ev yek nayê qebûlkirin. Di dema van êrîşan de ji bo beralîkirina xeteriyên li Roboskî me serî li Wezareta Karên Hundir û rayedarên dewletê yên pêwendîdar dan. Lê belê bi awayekî maîndar hemû hewldanên me bê encam man. Wezîrê Karên Hundir, rayedarên Wezaretê, Waliyê Şirnexê û Amîrên Mulkî û îdarî yên di rojên dawî de bersivê nadin telefonên me, plansazên sereke yên van êrîşan e."

'HELWESTA DIJMINANE BITERIKÎNIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Wezîrê Karên Hundir ê bêalîbûna xwe winda kriye û Waliyê Şirnexê yê bi dayîna fermana êrîşê re pêşî li êrîşan vekiriye divê tavilê îstifa bikin û hat destnîşankirin ku girîng e helwest û nêzîkatiya dijminane ya demeke dirêj e li hemberî gelê Roboskî tê nîşandan, tavilê bê terikandin. Di daxuyaniyê de her wiha bang li Serokê Meclîsê hat kirin ku li hemberî vê êrîşê helwestê nîşan bide.