Doza Pasûrê: Erd hejiya, arşîv li ber avê ket

Di doza ku Fermandarê 2. Tûgaya Komando ya Bolûyê Yavûz Erturk weke berpirsyarê bûyera kuştina 11 gundiyan tê darizandin de, Fermandariya Tûgayê belge û agahiyên dadgehê xwest, neşand. Sedem jî; erd hejiya, arşîv li ber avê ket.

Di doza ku Fermandarê 2. Tûgaya Komando ya Bolûyê Yavûz Erturk weke berpirsyarê bûyera kuştina 11 gundiyan tê darizandin de, Fermandariya Tûgayê belge û agahiyên dadgehê xwest, neşand. Sedem jî; erd hejiya, arşîv li ber avê ket. Lê belê Fermandariya Tûgayê beriya niha ji Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê re gotibû 'di erdhejê de xisar çênebûye'.

Doza li ser bûyera revandina 11 gundiyan ji gundikên Kepir, Gurnik, Mezire, Pireş û Şuşan ên gundê Alakacaka yê navçeya Amed Pasûrê û gundikê Licik ê Mûşê, ku di dema operasyonên Tûgaya Komando ya Bolû yên 8'ê Cotmehê-25'ê Cotmeha 1993'an de hatin windakirin, li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dewam kir.

Di doza ku bi hinceta "ewlekariyê" ji Amedê rakirina Enqereyê de bersûc Fermanarê 2. Tûgaya Komando ya Bolûyê Tûggeneralê Teqawît Yavûz Erturk ji sûcê "bi zanebûn kuştina mirovan" 11 caran cezayê ragirtina heta bi hetayê û ji sûcên "ji bo sûc rêxistin ava kiriye" û "gel teşwîqî serhildana bi çek kiriye" cezayê ragirtina 25 salan, tê dariznadin.

Di rûniştina îro de bersûc Yavûz Erturk, parêzerên wî û parêzerên malbatên mexdûr amade bûn.

Lê belê 2. Fermandariya Tûgaya Komando ya Bolûyê, belge û agahiyên dadgehê jê xwest, neşand. Weke sedem jî îdîa kir ku ji ber erdheja Duzce ya 12'ê Mijdara 1999'an avahiya arşîv lê bû xisar dîtiye û ji ber teqîna lûleyên kalorîferê arşîv li ber avê ketiye.

Ji parêzeran Erkan Şenses li rûniştina dozê mafê axaftinê wergirt û bibîr xist ku Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pirsîbû ku ji ber erdhejê tûgayê zerar dîtiye yan na û bersiva "zerar lê nebûye" ji dadgehê re hatiye dayîn. Şenses got, "Em dixwazin ku ji Fermandariya Giştî ya Jendermeyan an jî Fermandariya Giştî were pirsîn ku li ser zerardîtina arşîva tûgaya Bolû ya sala 199'an ti rapor heye yan na."

Bersûc Erturk jî îdîa kir ku ew di 8-25'ê Cotmeha 1993'an de li gundê Alacakaya derneketine operasyonê. Li gorî agahiyên parêzer Erkan Şenses da, Erturk di parêznameya xwe ya ji bo DMME de gotibû ku di wê demê de ew derketine operasyonê.

Di rûniştinê de dadgehê qebûl nekir ku bersûc Tûggeneralê Teqawît Yavûz Erturk bê girtin û biryar da ku ji Serokatiya Fermandariya Giştî were pirsîn ku di destê wan de li ser arşîva Tûgaya Bolû agahiyek heye yan na. Rûniştina dozê ji bo 8'ê Kanûna 2015'an hat taloqkirin.