Bi guherîna di rêziknameya MEB'ê re destûr hat dayîn ku li lîseyan Facebook û Twîtter bên bikaranîn. Lê medya civakî wê di çarçoveya rêbazên xwe de kontrol bike. Serokê Şaxê Hejmara 2. ê Egîtîm-Senê Kiliç diyar kir ku hikûmeta dixwaze mirovên li gorî dilê xwe perwerde bike û destnîşan kir ku li lîseyan xwendekarên ne li gorî AKP'ê difikirin tên neqandin.
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) bi guherîna di rêziknameya xwe de li lîseyan destûr da bikaranîna Facebook û Twîtterê. Lê medya civakî wê di çarçoveya rêbazên xwe de jî kontrol bike. Parvekirinên bi dîmen ên bi gotin û nivîsan yên li derveyî exlaqa wan wê bibin sedema avêtina ji dibistanê. Yên ji dibistanê bên avêtin wê careke din nikarin vegerin dibistanê. MEB hewl dide medya civakî wisa kontrol bike. Ev pêkanîna MEB’ê jî pirsên weke 'kî wê exlaq diyar bike? Sînor wê çi be? Ji dibistanê avêtin wê çareserî be? Wê kî tespît bike ku sûc e? Ceza wê bi kîjan rêbazan bê dayîn?' anî rojevê.
'AKP DIXWAZE MIROVÊN LI GORÎ DILÊ XWE BIAFIRÎNE'
Serokê Şaxê Hejmara 2. ê Egîtîm-Senê Hasan Alî Kiliç der barê rêziknameya nû de ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku armanca hikûmetê afirandina mirovên yek tîp e.
Kiliç bi lêv kir ku nêrîna AKP’ê ya li nirxên çandî û exlaqî, ji nêrîna xeta zanistî û akademîk gelekî cuda ye û got: "Ji ber vê jî dixwaze li gorî xet û norma xwe mirovên yek tîp perwerde bike. Ev jî tê wateya ku pêşî li deşîfrekirina polîtîkayên xwe yên siyasî bigire. Rexnekirina polîtîka, nêrînên AKP’ê wê sûc bên hesibandin. Yên di nava civakê de wek AKP’ê nefikirin, wê bên cezakirin. Niha di lîseyan de kesên ne li gorî xwe, dineqînin. Ev tiştekî bi xof e."
PÎVANA NIRXÊN EXLAQÎ Û MANEWÎÇI YE?
Kiliç wiha berdewam kir: "Di vir de nirxa exlaqî û manewî çiye, ji bo xwendekar çiye? Ji bo wî çiye? Divê ev bên diyarkirin. Nêrîna AKP’ê û nêrîna zanistî, demokratîk û azadîxwaz cuda ye. Hikûmet di esasê de li dijî nêrîna normên zanistî û nêrîna demokratîk e.
'NAHÊLIN PÊKANÎNÊN DIJ DEMOKRATÎK WERIN KIFŞKIRIN'
Bi van pêkanînên dij demokratîk, bi bikaranînan alavên dîtbarî bikaranîna malbat û xwendekan û teşîrkirin wan sûce. Niha tê xwestin bi vê rêziknameyê pêşî li vê bê girtin. Sûc kiriye an na, li gorî kê sûc e? Xwendekar ji lîseyê tên durxistin. Mafê wan ji destê wan wê bê girtin. Dibêjin gelo emê wan çawa sûcdar bikin ku mafê wan ji destê wan bigirin?”
Kiliç bi lêv kir ku hikûmet Newrozê cuda fêm dike û gel cuda fêm dike û wiha berdewam kir: “Dema wek dewletê bê fikirîn, ne sûc e. Lê eger mîna bi hezaran salan bi çavê gel lê were nihêrîn, wê ev sûc bê hesibandin. Ev jî tiştekî xetere ye. Parçekirin û ji hev veqetandin ya di rêziknameyê de derbas dibe, wê li gorî kê bê diyarkirin? Globalkirina civakê parçekirine, yek tîpkirin, parçekirine. Cuda dîtin, hilweşandine."
Kiliç da xuyakirin ku divê perwerdehiyeke zanistî, demokratîk, laîk û bi zimanê dayikê were parastin û divê xwendekar jî bi nêrîneke ku lêkolîn dike, lêpirsîn dike bên perwerdekirin."