'Girtiyên ATÎK'ê bila bên berdan'
Der barê girtina 11 aktîvîstên ATÎK'ê û binpêkirina mafên wan li girtîgehê de, daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.
Der barê girtina 11 aktîvîstên ATÎK'ê û binpêkirina mafên wan li girtîgehê de, daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.
Der barê girtina 11 aktîvîstên ATÎK'ê û binpêkirina mafên wan li girtîgehê de, daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.
Di daxuyaniya ji aliyê ATÎK (Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê), AABK (Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê), AvEG-KON (Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê), ADHK (Konfederasyona Mafên Demokratîk li Ewropayê), ADEF (Federasyona Yekîtiyên Dêrsimê ya Demokratîk li Ewropayê), DÎDF (Federasyona Komeleyên Karker a Demokratîk), NAV-DEM (Navenda Cİvaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê), ODA (Piştgirî û Azadî li Elmanyayê) Ji bo Cîhaneke lê bê jiyîn/Proleterya Şoreşger û Malên Gel ên Kurdistanê hat dayîn de, ev xal hat destnîşankirin:
'ÎZOLASYON HEYE'
"7 kesên hatin girtin li girtîgehên Aûgsbûrg, Munchen, Kempten, Landshût, Nurnberg û Kaîsheîmê di huceyên yek kesî de di nava îzolasyonê de tên ragirtin. Qedexeya bi girtiyên din ên li girtîgehê re biaxivin. Rojê bi tenê 30 deqeyan bi tena serê xwe derdikevin hewşê. Rojê 23,5 saetan li hucreyê bi tena serê xwe tên ragirtin. Hevdîtina bi malbatê re di bin çavdêriya polîsan de li pişt camê bi demeke sînorkirî tê kirin. Di heman demê de hevdîtinên bi parêzeran re li odeya girtî û li pişt camê tê kirin. Nivîsên parêzeran ên bi muwekîlê wan re, tên kontrolkirin.
Ji bo aktîvîstên ATÎK'ê yên li Yewnanîstan, Swîsre û Fransayê hatin girtin radestî Elmanyayê bên kirin, dewleta Elman di nava hewldaneke mezin de ye. Tevî ku Mûsa Demîr li Awûstûryayê dimîne jî, ji ber ku wê rojê li mala Dr. Sînan Aydin li serdanê bû, hatiye girtin. Du kesên li Swîsre û Fransayê hatin girtin jî, tevî ku mafê rûniştina wan li Elmanyayê tine ye jî, Elmanya bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re dixwaze van mirovan darizîne.
Muslim Elma, Dr. Sînan Aydin, Dr. Banû Buyukavci, Haydar Bern, Erhan Akturk û Seyît Alî Ûgûr ên li Elmanyayê girtî ne, tevî ku mal û adresa wan a kar diyar e jî, polîsê Elman bi nîşandana nêza xwe re derî û pace şikandin, ketin hundir û ev mirov kirin binçavan."
'DIVÊ TAVILÊ SERBEST WERIN BERDAN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyon bi hevkariya dewleta Tirk û Elman hatiye kirin, operasyon hat şermezarkirin û aht gotin, "Divê îzolasyona tê kirin bê rakirin û girtî tavilê serbest bên berdan."