Tûncel û Kurkçu: Li hemberî HDK'ê komploya dadgeriyê hat kirin

Hevberdevkên HDK'ê Tûncel û Kurkçu nerazîbûn nîşanî sûcdariya "rêxistina terorê" ya li HDK'ê tê kirin dan û destnîşan kirin ku HDK ji her alî ve Însiyatîfeke civakî ya demokratîk a qanûnî û rewa ye.

Hevberdevkên HDK'ê Tûncel û Kurkçu nerazîbûn nîşanî sûcdariya "rêxistina terorê" ya li HDK'ê tê kirin dan û destnîşan kirin ku HDK ji her alî ve Însiyatîfeke civakî ya demokratîk a qanûnî û rewa ye.

Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, der barê gefa dadgeriyê ya li hemberî HDK'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Tûncel û Kurkçu bibîr xistin, ku Dozgeriya Leşkerî ya Enqereyê, bi awayekî ne qanûnî û bê bingeh sûcdariya "rêxistina terorê" li HDK'ê kiriye û hat gotin, "Gilînameya dozgeriyê ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran ve hat qetilkirin û rûniştina destpêkê ya doza 'Rêxistina Kongreya Demokratîk a Gelan' di 7'ê Tîrmehê de hat dîtin. Di gilînameya di encama lêpirsîna 2011-2013'an de hat amadekirin de, dozgerî HDK'ê weke 'rêxistina terorê' pênase dike û dixwaze rêveberên HDP'ê yên Enqereyê Şukran Dogan, Yasemîn Ozturk û Alî Ozkan ên di çalakiyan de cih girtine, ji endametiya 'rêxistina terorê' bên cezakirin. Doz ji bo guhdarîkirina li şahidên parastinê, ji bo 15'ê Kanûna 2015'an hat taloqkirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku HDK însiyatîfeke civakî ya demokratîk, qanûnî û rewa ye, ku sendîka, partiyên siyasî, komele, organên çapemeniyê û şexs di nav de cih digirin û pêvajoya dozê weke 'hewldana afirandina doza pîlok' hat nirxandin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em vê rêbazê gelekî baş nas dikin. Armanca rêveberên 'hiqûqa cezayê dijmin' ên ev doz vekirin, krîmînalîzekirina nasnameya HDK'ê ye. Bi vê yekê re dixwazin ev doz ji bo dozên dema pêş bibe lokomotîf. Bi vî rengî li bendê ne ku lêgrîna li mafê demokratîk a di bin ala HDK'ê de bê sekinandin û pêşî li dozên giştî yên li hemberî pêkhateyên HDK û Partiya Demokratîk a Gelan bê vekirin."

'EM Ê JI TÊKOŞÎNÊ VENEGERIN'

Tûncel û Kurkçu di dawiya daxuyaniya xwe de gotin, "Kongreya Demokratîk a Gelan, ji bo ev doza dadgerî pê veguheriye çekeke sûîqestê û mûxalefeta civakî ji krîmînalîzasyonê rizgar bibe, wê ji têkoşîna hikûqî venegere. Em bawer in ku hemû pêkhateyên me û gelên me, wê bi me re vê têkoşîna hiqûqê bimeşînin, di 15'ê Kanûnê de cihê xwe li cem hevalên me yên tên darizandin bigirin û mafdariya kongreya me nîşanî tevahiya cîhanê bidin."