Kurkçu: Divê lîstika hilbijartina zû ya Erdogan bê xerakirin
Hevberdevkê HDK’ê û parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku pêwîst e lîstika Erdogan a “hilbijartina zû” bê xerakirin.
Hevberdevkê HDK’ê û parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku pêwîst e lîstika Erdogan a “hilbijartina zû” bê xerakirin.
Hevberdevkê HDK’ê û parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu diyar kir ku pêwîst e lîstika Erdogan a “hilbijartina zû” bê xerakirin û got: "Beyî tiştek bê kirin ketina hewaya hilbijartina zû, tê wateya ku teoriya Erdogan li ser atmosfera siyasî hakîm e.”
Kurkçu yê li ser nîqaşên hilbijartina zû û koalîsyonê ji ANF’ê re axivî diyar kir Serokkomar Erdogan ev meheke erka avakirina hikûmetê nedaye Davûtoglu û got: "Bi vî awayî Serokkomar lîstika hilbijartineke zû dilîze."
Kurkçu, da xuyakirin ku pêwîst e plana hilbijartina zû ya Erdogan bê xerakirin û wiha axivî. "Ev wer difikirim ku pêwîst e HDP berî her tiştî vê lîstikê tespît bike û li hember vê taktîkekê pêş bixe."
‘HILBIJARTINEKE ZÛ YA BI ARMANCA AKPÊ BI TENA XWE BIKE HIKÛMET WÊ RÎSKA ŞER ZÊDE BIKE’
Kurkçû yê got: "Eger hilbijartina zû bi Erdogan re hemfikir be ev di berjewendiya AKP’ê de ye” û wiha dewam kir: “Dibe ku em jî di hilbijartineke zû de dengên xwe zêde bikin. Lê ez vê pêngava ku ji bo hikûmeta AKP’ê ya bi tena serê xwe bê vekirin, di aliyê siyasî de rast nabînim. Dîsa egera tezkereyên şer ên berê ku ji aliyê AKP’ê ve wê bên bicihanîn ji bo me rîska ewlekarî û şer çêdike. Hilbijartineke zû ya bi armanca AKPê bi tena xwe bike hikûmet wê rîska şer zêde bike.”
Kurkçu di dewama axaftina xwe diyar kir ku bi Qanûna Partiyên Siyasî û Hilbijartinê ya heyî re çûna hilbijartineke zû pirsgirêkeke mezin e û got: "Her çiqasî me bend derbas kiribe jî, li hember HDP’ê kemîna bendê didome. Her wiha eger em di vê mijarê de pêngavekê neavêjin, em ê nikaribin li hember mijara ku çep, sosyalîst, demokrat, parêzvanên mafên mirovan, partî tevger di bin bendê bimînin û li derveyî parlamentoyê bimînin tiştekî bikin. guhertina Qanûna Partiyên Siyasî û Hilbijartinan wek xala yekemîn girtina dest, ji bo rakirina bendê pêşxistina têkoşîneke xurt divê di rojeva me de be.”
Hevberdevkê HDP’ê û parlamenterê HDP’ê Kurkçu, koalîsyona AKP-CHP’ê di nava vebijêrkên heyî de dikare were hilbijartin û destnîşan kir ku pêwîst e HDP di vê mijarê de dikare siyaseteke çêker bimeşîne. Kurkçu got ku eger di rewşa ku ev siyaset bê encam bimîne de pêwîst e nîqaşên hilbijartinên zû bêne kirin û got: "Beyî tiştek bê kirin ketina hewaya hilbijartina zû, tê wateya ku teoriya Erdogan li ser atmosfera siyasî hakîm e.”
‘ÎHTÎMALA KOALÎSYONA AKP-HDP HEMA HEMA NÎNE’
Kurkçu bersiv da pirsa der barê nirxandina “koalîsyona AKP-HDP” a di hinek quncik nivîsan hatiye rojevê ve jî wiha axivî, “Di nava gelê Kurd de kesên vê nirxandinê dikin hene. Lê di nava HDP’ê de min nebihîstiye ku bi dengekî bilind hatiye bilêv kirin. Lê ev jî nêrîneke rewa ye.”
Kurkçu der barê koalîsyona AKP-HDP’ê de bal kişand ku eger ku di aliyê aştî û çareseriyê de wezaretên diyarker ne yên HDP’ê bin wê tehlûkeyeke mezin bi xwe re bîne û ev nirxandin kir: “Dibe ku ji hin kesan re îronîk be, lê eger Wezareta Karên Hundir, Wezareta Parastina Milî, Wezaretên Edalet û Xebatê yên me bin avakirina hikûmetek bi vî awayî wê bêhtir bê fêmkirin. Eger em AKP’ê kontrol bikin û hewldanên şerxwaz, hegemonîk û zilmê yên bi rêya wezaretên di destê AKP’ê de bin wê berpirsyarî li ser milê me be. Em ê çawa xwe bixin bin berpirsyariyek wiha? Ji ber wê yekê îhtîmala hikûmet avakirina me li gel AKP’ê hema hema nîne. Li gorî rewşa xuya dike AKP’ê perspektîfên çareseriyê ji rojeva xwe ya siyasî derxistiye. Hikûmet hevdîtina parêzeran û malbatê li gel Ocalan tevî ku zagon destûr didin û di aliyê siyasî de jî ti astengî nîne jî pêşî lê digire û asteng dike. Heyet nikare biçe giravê. Di nav van şert û mercan de bi çi awayî wê li gel AKP’ê hikûmet bê avakirin? Ji ber wê sedemê em ti aliyê realîzekirina vê nabînin. Ez dixwazim fikrên hevalên ku wiha difikirin guhdar bikim, lê hê ez nizanim.”