'Li Girtîgeha Amasyayê tecrîd heye'

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Amasyayê xist rojeva Meclîsê û li ser mijarê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîr Îpek kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, binpêkirina mafên mirovan, tecrîda bi rêkûpêk a li Girtîgeha Amasyayê bi pêşniyar pirsekê ji Wezîrê Edaletê Kenan Îpek pirsî.

Yildiz bûyerên bi serê girtiyan ve tên vegot û ji Wezîr Îpek xwest bersiva van pirsan bide:

"Ji bo lêkolînkirina pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê û îşkenceya ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê meşandin, hûn difikirin ku heyetek ji mirovên serbixwe bişînin girtîgehê?

Li hemberî rêveberiya girtîgehê ya polîtîkaya tecrîdê bi rêkûpêk dimeşîne û mafên ji qanûnan bi awayekî kêfî asteng dikin, ti lêpirsîneke îdarî hatiye destpêkirin?

Tevî ku li girtîgehên din ne ji neçariyê ye, pêkanîna 'neçariya nîşandana nasnameya girtîgeh-hukumxwarinê' li ser girtiyên li Girtîgeha Amasyayê tê ferzkirin?

Gardiyanê bi navê Unal Kallecî yê berpirsyarê gelek binpêkirinên li girtîgehê ye, ji ber pêkanînên xwe yên xerab der heqê wî de ti lêpirsîn hatiye destpêkirin?"