HDP’ê mirinên ji ber vîrûsê ji hikûmetê pirs kir
Parlamentera HDP’ê Beştaş mirinên ji ber kirim-kongo yên li Edeneyê bir Meclîsê.
Parlamentera HDP’ê Beştaş mirinên ji ber kirim-kongo yên li Edeneyê bir Meclîsê.
Parlamentera HDP’ê Beştaş mirinên ji ber kirim-kongo yên li Edeneyê bir Meclîsê.
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê mirinên ji ber vîrûsa kirim Kongo pêşnûmepirsek da Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu û Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê Mehdî Eker.
'TEDBÎRÊN WE ÇI NE; VÎRUS ÇIMA NAYÊ TINEKIRIN?'
Beştaş, ev pirs ji Muezzînoglu û Eker pirsî:
Agahiya we ji mirinên li Edeneyê rû dane heye? Der barê mijarê de yekîneyên wezareta we û saziyên girêdayî we xebatekê bimeşînin? Daneyên we bi dest xistine çi ne? Der heqê vê vîrusa ji sewalan derbasî mirovan dibe wekî din serî li wezareta we hatiye dayîn? Li giştî Tirkiyeyê der barê vîrusa Leptoskîroz û Kirim Kongo de çend bûyeran rû dane? Der barê vê mijarê de ji aliyê wezareta we ve xebateke lêkolîn û lêgerînê tê kirin an na? Di nexweşxaneyan de ji bo tedawiya nexweşiya mijara gotinê kîjan rêbaz têne bikaranîn? Tedbîrên we ji bo ev şewb belav nebe çi ne? Li gor wezareta we hejmara mirî û nexweşan çend in? Hejmara mirî û nexweşan ên ji dîroka ku ev nexweşî li Tirkiyeyê belav bûye çend in? Çi curê xebat ji bo tedawîkirina nexweşiyên bi vê vîrusê belav dibin têne kirin? Sedema der barê mijarê ti pêşketin nîne çi ye? Rêjeya mirinan di welatên ku ev nexweşî lê belav dibe çi ye? Rêbazên tedawiyê li welatên ku ev nexweşî lê belav dibe çi ne û asta astengkirina mirinan çi ye? Wê xebatên perwerde û agahdarkirinê der barê vîrusa ku dibe sedema mirinan û encamên wê de bêne kirin an na? Der barê vê vîrûsa ku piraniya xwe di mehên havînê de tê dîtin di demê bihurî de çi xebat hatine meşandin? Sedema ku ev nexweşiya hema hema her sal dibe sedema mirinan çi ye?