MLKP Rojava: Ji şervanên Spanyolî re azadî!
MLKP Rojava nerazîbûn nîşanî girtina du şoreşgerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine da û diyar kirin mezinkirina têkoşîna enternasyonal wê van êrîşan pûç bike.
MLKP Rojava nerazîbûn nîşanî girtina du şoreşgerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine da û diyar kirin mezinkirina têkoşîna enternasyonal wê van êrîşan pûç bike.
MLKP Rojava nerazîbûn nîşanî girtina du şoreşgerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û ji aliyê dewleta Spanyayê ve hatine girtin da û diyar kirin mezinkirina têkoşîna enternasyonal wê van êrîşan pûç bike.
MLKP Rojava têkildarî girtina du şoreşgerên Spanyolî yên li dijî DAIŞ’ê şer kirine û ji aliyê dewleta Spanyayê ve hatine girtin de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di azadiya Rojava û Şengalê de berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hemû cîhanê ve tê dîtin û berxwedan her diçe mezin dibe. Rojava hêviya hemû gelên bindest mezin kiriye û xewna jiyana pêşerojê xurt kiriye. Ji ber vê yekê ye ku bi berxwedaneke mezin berxwedan tê parastin. Hevalên me yên komunîst ên Spanyolî jî ji bo Rojava li dijî çeteyên faşîzan biparêze, li gelek eniyên Rojava şer kirin û bûne pêkhateyên têkoşîna bi rûmet. Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê meşandin mafdar û rewa ye.
Parastina Rojava, şerê azadî û rûmetê ye û li her qadê rûmeta mirovahiyê temsîl dike. Ji ber vê yekê parastina Şoreşa Rojava, çawa rewa û mafdar e, girtina her du hevalên me yên Spanyolî jî ewqasî ne rewa ye."
ÊRÎŞA LI HEMBERÎ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ EMPERYALÎZMÊ, LI DIJÎ FAŞÎZMÊ
MLKP’ê di berdewamiyê de dewleta Spanyayê şermezar kir û wiha got: "Ev êrîşa girtinê ya dewleta Spanyayê ne tenê li dijî komunîstan li dijî têkoşîna dij-emperyalîst, dij-faşîzm a li dora Şoreşa Rojava mezin dibe ye. Mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst wê van pûç bike. Bi vê bîr û baweriyê em hestên xwe yên piştevaniyê bi hevrêyên xwe re parve dikin."