Wê Dîwana Serokatiyê ji 18 kesan pêk bê
Pêşniyara Serokatiya Meclîsê ya der barê Dîwana Serokatiya Meclîsê ji 18 kesan pêk bê, di Desteya Giştî de hat erêkirin. Bi vî awayî hejmara Dîwana Serokatiyê ya Meclîsê derket 18 kesan.

Desteya Giştî ya Meclîsê di Serokatiya Serokê Meclîsê Îsmet Yilmaz de civiya. Wezîrê Parastina Milî Îsmet Yilmaz ê AKP’yî yê kevin piştî ku weke Serokê Meclîsê hat hilbijartin, biryara tayînkirina Vecdî Gonul ji bo Wezareta Parastina Milî hat xwendin û pêşkêşî Desteya Giştî hat kirin. Piştre Gonul hat ser kursî û sond xwar.
Pêşniyara Serokê Meclîsê Yilmaz a der barê Dîwana Serokatiya Meclîsê ji 18 kesan pêk bê, pêşkêşî desteya giştî hat kirin û hat erêkirin. Li gorî vê ji bo AKP’ê 1 serokwekîl, 4 endamên katib, 2 amîrên îdarê, ji CHP’ê re jî 1 serokwekîl, 2 endamên katib, 1 amîrê îdarê, ji MHP’ê re 1 serokwekîl, 1 endamê katib, 1 amîrê îdarê û ji HDP’ê re jî 1 serokwekîl, 1 endamê katib û 1 amîrê îdarê çêdibe.
Her wiha di Desteya Giştî de salek dirêjkirina Tezkereya Serokwezîriyê ya ji bo leşkerên Tirk ên di çarçoveya Hêza Erka Demkî ya Neteweyên Yêkbûyî (UNIFIL) ên li Lubnanê ya wê rayeyê bide hikûmetê jî tê nîqaşkirin.