Li dijî koalîsyona şer a AKP'ê, Bloka Aştiyê ya gelan

Hêzên ked, aştî û demokrasiyê li hemberî gef û planên şer ên AKP li Rojavayê Kurdistanê dixwin hatin cem hev û gotin, "Em dikarin şerê AKP'ê bisekinînin."

Li dijî gef û daxuyaniyên AKP'ê yên ji bo şerekî li hemberî Sûriyeyê, gelek partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ked û pîşeyî, akademîsyen, rewşenbîr û hunermendan "Bloka Aştiyê" ava kirin. Bloka Aştiyê ya li dijî Şer, ku bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin, wê li dijî şerê li hemberî Sûriyeyê aştiyê biparêze.

Di civîna çapemeniyê ya li Salona Cizîrê ya Cezayîr a Taksîmê de parlamenterên HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, Levent Tuzel, Garo Paylan, Ferhat Encu, Beyza Ustun, Alî Kenanoglû, Sezaî Temellî, Alî Haydar Konca, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ESP'ê Ayhan Yener, Serokê Giştî yê SDP'ê Ûfûk Gollu, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Hevserokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Sekreterê Giştî yê Halkevlerî Nûrî Gunay, Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn, akademîsyen Mîthat Sancar û gelek kesayetên din amade bûn.

'DI MEZINBÛNA DAIŞ'Ê DE YEKSER ROLA AKP'Ê HEYE'

Li ser navê Blokê Gencay Gursoy di civîna çapemeniyê de peyivî û got, "Rojhilata Navîn ev demeke dirêj e, di navenda xeleka ji agir de cih digire ku ev xelek berhema polîtîkayên ji bo berjewendiyên emperyalîstan tê ferzkirin e. Vê bîlançoya şer rê li ber mirina bi sed hezaran mirovan û koçberkirina bi mîlyonan mirovan vekir. Yek ji welatên yekser ketiye bin bandora vê bîlançoyê Tirkiye ye."

Gursoy anî ziman ku gelên li dijî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe didin, li aliyekî jî li dijî pêkanînên AKP'ê yên şer sor dikin têdikoş in û got, "AKP ji bo yekser tevlî şerê li Sûriyeyê bibe ya ji dest hat kiriye. Di mezinbûna DAIŞ'ê de yekser an jî neyekser rol lîstiye."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP'ê ji ber bi encamên hilbijartinên 7'ê hezîranê re rejîma xwe ewle nekiriye, ji bo di hilbijartineke pêşwext a gengaz de dengan bi dest bixe neteweperestî, şovenîzm û mezhebperestiyê sor dike, diyar dike ku ew şoreşa Rojava nas nake û wê bê bandor bike û dikeve nava hesabên destwerdana li Sûriyeyê."

Gursoy nerazîbûn nîşanî rawestandina pêvajoya çareseriyê da û got, "Em nikarin vê ji nedîtî ve werin. AKP hewl dide vî şerê qirêj ê hilweşîneke mezin anî serê gel û çandan, bi mîlyonan mirov ji cih û warên xwe kir, bîne nava sînorên me. Li dijî vê serpêhatiya tarî em 'Bloka Aştiyê' ava dikin".

Gursoy da zanîn ku armanca bingehîn a Blokê, sekna bi serbilindî ya li dijî yên dixwazin welêt ber bi şer ve bibe, li welat û Rojhilata Navîn parastina aştiyê ye. Gursoy destnîşan kir ku tevgerkirina girseya alîgirê aştiyê, wê xeleka mirinê bide sekinandin û bang li her kesên alîgirê aştiyê ne kir, ku destekê bidin Blokê.

LI DIJÎ ŞERXWAZAN QÎRÎNA AŞTIYÊ

Yek ji pêkhateyên Blokê DÎSK e. Li ser navê DÎSK'ê Serokê Giştî Kanî Beko peyivî û ev xal destnîşan kir: "Weke DÎSK û sendîkayên ser bi DÎSK'ê, em li pişt Blokê û vê metnê ne. Di rojeva hikûmetê de hilbijartina pêşwext û şer heye. Divê şer bi tenê weke têkoşîna çekdarî ya navbera leşkeran neyê nirxandin. Em li tax, kreş, dibistanên li pişt tank û topan mane, li mirovên li wê derê, gengaziyên piştî şer, li xwîna wan zarokan a li binê wî xirbeyî, li mirovên birîndar bibin, seqet bimînin bifikirin. Em weke DÎSK konfederasyoneke her tim li dijî şer in, her tim alîgirê aştî, biratî û dostaniyê ne. Dixwazim bêjim ku em li dijî dagirkirina Rojhilata Navîn e. Em alîgirin ku rêveberiyên welatên li Rojhilata Navîn bi awayekî demokratîk xwe bi rêve bibin. Dixwazim bêjim ku em ê li dijî şerxwazan dengê aştiyê biqîrin. Xwîn gelekî rijiya, êdî dem dema demokrasî, aştî û mafên mirovan e. Weke DÎSK em amade ne bi berpisryariya xwe rabin."

'WÊ ŞER BÊ TIRKIYEYÊ'

Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku Bloka Aştiyê yekîtiyeke girîng e û got, "Vîna li vir nîşan dide ku desthilatdariyên li Tirkiyeyê êdî nikarin serberadayî bigerin. Rîska şer a em îro pê re rû bi rû ne, bi rastî jî ne ji ber zemîneek hiqûqa navneteweyî yan jî sedemeke were fêmkirin e. Rêberiya gel a taybet a li Rojava derket holê, li dijî barbariya DAIŞ'ê, li dijî cinawiriya DAIŞ'ê vîna rewa û azadîparêziyê didomîne."

Kurkçu da xuyakirin ku ya di binê hewldanên destwerdana leşkerî ya li Sûriyeyê veşartiye, windabûna rewatiya AKP'ê ye û got, "Tevgera li dijî Rojava, tevgera li hemberî Cerabûlsa ji destê DAIŞ'ê wereg girtin, tevgereke dikare li çar parçeyên Kurdistanê di navbera Artêşa Tirk û Hêza Azadiyê ya Kurdistanê de rû bide be. Lewma dibe ku şer li nava Tirkiyeyê xwe bide der. Ne tenê ji bo ewlekariya welatên din, ji bo azadiya xwe, me ev însiyatîf ava kirin."

Hevserokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş jî bibîr xist ku dewlet di van rojan de hewl dide koalîsyonê ava bike û got, "Wê hikûmetê ava bikin, lê bi nedîtina vê koalîsyona aştiyê re bila koalîsyonê çênekin. Êdî koalîsyoneke aştiyê heye ku wê li hemberî koalîsyona şer li ber xwe bide, têbikoş e."

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan da xuyakirin ku gotinên şer ên AKP'ê ji ber bêalternatîfmayîna wê ye û got, "Em ê rê nedin ku ser xizanî û nelirêtiyê bi polîtîkayên şer bê nixumandin."

Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk Ekrem Baran jî da zanîn ku ew destekê didin Bloka Aştiyê û nerazîbûn nîşan da yên li Tirkiye, Îran û Erebîstanê ji xwe re dibêjin Misilman, lê destekê didin şer.

Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû yê bi awayekî şexî cihê xwe di nava Blokê de girt diyar kir ku Tirkiye yek ji amadekarê şerê li Sûriyeyê ye û got, "Dixwazin şerê li Sûriyeyê dewam dike bînin Tirkiyeyê. Em dizanin ku ev şer wê çi bi xwe re bîne. Agirê vî şerî wê we jî bişewitîne, wê her kesî bişewitîne. Ji ber vê yekê dest ji vê nêrîna xwe berdin."

Sekreterê Giştî yê Halkevlerî Nûrî Gunay ragihand ku şerê ji sala 2011'an û vir ve li Sûriyeyê dewam dike ji bo gelên li Tirkiyeyê berdêlên giran afirandiye û got, "Ya ku divê em niha bikin, hesabpirsîna ji sûcdarên şer e."

Serokê Giştî yê SDP'ê Ûfûk Gollu jî anî ziman ku destwerdaneke leşkerî ya li Sûriyeyê ne li gorÎ berjewendiyên karker, kedkar û gelên bindest e.

Nûnerên saziyên di nava Blokê de cih digirin, piştî civîna çapemeniyê ji bo nirxandina kar û barên Blokê civînek lidar xistin.

...