Daxwaza hevdîtinê ya 100 parêzeran a bi Ocalan re hat redkirin
Serlêdana 100 parêzerên ku xwestin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi hinceta “keştî xerabe ye” hat redkirin.
Serlêdana 100 parêzerên ku xwestin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, bi hinceta “keştî xerabe ye” hat redkirin.
Serlêdana parêzerên ku ji 27 Tîrmeha 2011’an ve hevdîtina wan li gel muwekîlê wan Ocalan bi hincetên “rewşa hewaya xerab” û “keştî xerabe ye” tê astengkirin, careke din bi hinceta “keştî xerabe ye” hat astengkirin. Di pêşengiya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de, 100 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Gemlîkê dabûn, lê serlêdan bi hinceta, “keştî li tamîrê ye” hat redkirin.
Hevdîtina parêzeran li gel Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên cur bi cur tê astengkirin.