Di rojên ku çalakiyên ji bo Kobanê pêk dihatin de, piştî daxuyaniyên hikûmeta AKP’ê yên hedef nîşan didan, Karataş yê HDP’î rastî êrîşa bi kêr hatibû û doza têkildarî bûyerê de hatibû vekirin, berdewam kir.
Endamê meclîsa HDP’ê Ahmet Kartaş li avahiya navenda giştî ya berê rastî êrîşa bi kêr hatibû. Doza têkildarî êrîşê de hatibû vekirin. 4. rûniştina wê li 4. Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê pêk hat.
TALOQÎ 1’Ê COTMEHÊ HAT KIRIN
Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku ji bo qeydên kamerayên Cadeya Mîthatpaşayê bigihêjin ber destê dadgehê divê ji bo Midûriyeta Giştî ya Polîsan muzakere bê nivîsin û her wiha biryar hat girtin ku rewşa girtî ya gumanbar Emrah Akman bidome. Rûniştin taloqî 1’ê Cotmeha 2015’an hat kirin.