Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê standa ji bo Rojava asteng kir
Standa piştgiriyê ya ji bo Rojava ku 10 roj e li semta Kadikoy a Stenbolê vekiriye, îro ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve hat rakirin.
Standa piştgiriyê ya ji bo Rojava ku 10 roj e li semta Kadikoy a Stenbolê vekiriye, îro ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve hat rakirin.
Standa piştgiriyê ya ji bo Rojava ya 10 roj e li Qada Îskele ya semta Kadikoy a Stenbolê vekiriye, îro ji aliyê ekîbên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve bê ku ti hincet bê nîşandan hat rakirin. Piştî rakirina standê komekê ji bo şermezarkirina vê pêkanîna keyfî çalakiya rûniştinê pêk anî. Polîsan diyar kirin ku wê destûr nedin stand ji nû ve bê danîn û ji çalakgeran jî xwestin belav bibin.
Hat ragihandin ku polîsan wesayîtên binçavkirinê anîne cihê bûyerê û alozî her diçe mezintir dibe.