10 kes hatin girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li navçeyên Mûş Kop, Gimgim û Milazgirê û li Îzmîrê 10 kesên hatin binçavkirin, hatin girtin.

10 kesên pêr di serdegirtinên malan ên li navçeyên Mûş Kop, Milazgir û Gimgimê û bajarê Îzmîrê hatin binçavkirin, piştî kar û barên li Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê, sewqî edliyeya navçeya Agirî Patnosê hatin kirin.

Li dû kar û barên li dozgeriyê Hevserokê DBP'ê yê Milazgirê Îsmaîl Tûranli, Dagistan Payçû, Şînasî Kizilbaba, Fatîh Ûgûrcû, Sîdar Karaçelîk, Habîp Kaya, Welat Elden, Bulent Aydin, Erdal Ûrgûn û Vedat Aydin ê li Îzmîrê hat binçavkirin, ji bo werin girtin radestî dadgeha nobedar hatin kirin.

Dadgehê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkarîdayîna rêxistinê" der heqê 10 kesan de biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.