Zarokên Gezî diçin Kobanê
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên dibêjin "Ji Gezî heta Kobanê berxwedan dewam dike", wê biçin Kobanê, tevlî karê ji nû ve avakirinê bibin, karê paqijiyê bikin, daristan û pirtûkxaneya bîranînê ava bikin.
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên dibêjin "Ji Gezî heta Kobanê berxwedan dewam dike", wê biçin Kobanê, tevlî karê ji nû ve avakirinê bibin, karê paqijiyê bikin, daristan û pirtûkxaneya bîranînê ava bikin.
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên dibêjin "Ji Gezî heta Kobanê berxwedan dewam dike", wê biçin Kobanê, tevlî karê ji nû ve avakirinê bibin, karê paqijiyê bikin, daristan û pirtûkxaneya bîranînê ava bikin.
Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst wê muzeya nemir Rifat Horoz (Karker Kobanê) nîvco hişt, temam bikin.
Endamên federasyonê yên bi dirûşma "Me Kobanê bi hev re parast, em bi hev re ava dikin!" kampanyayê dimeşînin, wê di 19-24'ê Tîrmehê de biçin Kobanê û tevlî karê avakirinê bibin.
Bi dehan ciwanên di çarçoveya kampanyaya federasyonê de hatin ce m hev, wê 5 rojan di karên paqijkirina bajêr û xwendekarên fakulteya tipê jî li nexweşxaneyê bixebitin. Ciwan her wiha wê ji bo bîranîna şehîdan daristan, pirtûkxane û parka zarokan ava bikin. Wê muzeya nemir Rifat Horoz (Karker Kobanê) temam bikin.
'EM NIKARÎBÛN BIBIN TEMAŞEVANÊ VÊ TÊKOŞÎNÊ'
Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger Ogûz Yuzgeç ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku ji ber berpirsyariya xwe ya li pêşberî rewşa li Kobanê wan biryareke wiha stendine û got, "Kobanê ji nava xirbeyên şer hewl dide ji nû ve rabe ser piyan. Em nikarîbûn bibin temaşevanê vê têkoşînê."
Yuzgeç da xuyakirin ku nirxên Kobanê temsîl dike, di berxwedana Gezî de jî hene û ev xal destnîşan kir: "Em komunên Gezî dişibînin komkunên Kobanê. Û em dixwazin nîşan bidin ku Kobanê ne bi tenê ye, zarokên Gezî li cem Kobanê ne."
'ELEQEYA CIWANAN GELEKÎ ZÊDE YE'
Yuzgeç diyar kir ku ew xebatên xwe naxwazin weke temsîl, dixwazin bi sedan ciwanan bimeşînin. Li gorî agahiyên Yuzgeç da, bi qasî 400 ciwan ji bo li Kobanê tevlî xebatê bibin serî li federasyonê dane.
Ciwan wê li girê Kaniya Kurdan 500 şitlan biçînin û bi vî rengî daristana bîranînê ava bikin. Li hewşa avahiya weke kreşê tê bikaranîn jî parkê çêbikin û kreşê ji nû ve sererast bikin. Tê plankirin ku navê şervanê MLKP'ê Emre Aslan ê di parastina Kobanê de tevlî karwanê nemiran bû, li parkê weke kirin.
Ciwanên sosyalîst wê li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê pirtûkxaneyekê ava bikin û navê cangoriyê Rojava Sûphî Nejat Agirnasli li pirtûkxaneyê bikin.
Ciwanên ji bo xebatên tenduristiyê jî werin, wê kontrola giştî ya tenduristiyê li bajêr bikin û bi Wezareta Tenduristiyê re bixebitin.
BEKSAV a ku wê bi federasyona ciwanan re biçe Kobanê, di nava hefteyekê de wê xebatên çand û hunerê bimeşîne û amûrên muzîkê diyarî zarokên Kobanê bike.
'MUZEYA HEVALÊ KARKER WÊ BÊ TEMAMKIRIN'
Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst Ogûz Yuzgeç bibîr xist ku wan yek ji nîşaneya nobeda sînor a li Pirsûsê Rifat Horoz (Karker Kobanê) beriya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê dîtine û anî ziman ku Horoz hewl da li vê derê muzeyek şer ava bike. Yuzgeç da xuyakirin ku muzeya Horoz ava kir ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat hilweşandin û got, "Beriya şehîd bikeve ji me re gotibû 'werin em bi hev re vê muzeyê çêbikin'. Temamkirina vê muzeyê êdî soza me ya li hevalê Karker e."
LI KOBANÊ LÊKOLÎN KIRIN
Ciwanên sosyalîst ev meheke dixebitin û di hefteya bihurî de çûn Kobanê û li wê derê bi rayedaran û saziyan re hevdîtin kirin. Ciwanên sosyalîst bi Hevşaredarên Kobanê, Ciwanên Şoreşger, Mala Gel, Wezareta enduristiyê, rayedarên Enformasyona Têkiliyên bi Gel re û rayedarên Muzeya Şer re hevdîtin kirin û ji wan re vegotin ku dixwazin li Kobanê çi bikin.
Endamê federasyonê Okan Danaci yê bi Yuzgeç re çû Kobanê diyar kir ku mirovên pîşeyê xwe tinebe jî eger li Kobanê kevirekî ji cihekî bibe cihekî din, ev gelekî bi qîmet e û got, "Ji bo her kesî kar heye."
Danaci da xuyakirin ku wan ji roja destpêkê ve dirûşma "Şoreş şoreşa me ye" li her deverê bilind kirine û got, "Me li Kobanê şoreş hembêz kirin. Zarokên Gezî, Rojava û Kobanê hembêz kirin."