ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li bajarên HDP'ê dengê zêde lê wergirt, derb li malên cem tê xistin!
Li gelek bajar û navçeyên ku HDP'ê dengê xwe lê zêde kir, rêveberiyên malên cem ji wezîfeyê tên girtin. Li mala cem a Yamanlarê ku rêveberiya wê ji nişka ve hat guhertin, rêveberên nû ji aliyê Şaredarê Bayrakli yê CHP'yî ve hatine hilbijartin. -
Koma Çep a MPKE piştgirî da greva birçîbûnê ya li Strasbourg
Koma Çep a MPKE, çalakiya greva birçîbûnê ya bi şîara, “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu” li ber KE hatiye destpêkirin ziyaret kir. -
Li Sûrê jî sindoqan radikin
Li Sûrê jî, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ragihand ku sinqoên hilbijartinê yên li 6 dibistanên li 9 taxan, ji ber hinceta 'ewlekariyê' wê neyê danîn. -
Bota berê xwe dabû Mîdîllî binav bû: Mirî û birîndar hene
Li Ayvalikê, ji ber binavbûna botê 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan. -
Bûldan: Bi komkujiya zarokan a dewletê ji aliyê Meclîsê ve bê lêkolînkirin
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Bûldan diyar kir, ku bi konsepta şer a AKP'ê re dewletê serî li qetilkirina zarokan daye. Bûldan xwest, ji bo lêkolînkirina qetilkirina zarokan, Komîsyona Lêkolînê li Meclîsê bê avakirin. -
Qeymeqamê Elkê wekîlên HDP'yî hedef nîşan da
Qeymeqamê Elkê Guntepe, siyasetmedarên HDP'yî hedef nîşan da. Ji wekîlên HDP'yî Sariyildiz û Encu jî bi bîrxistina qetlîamkeriya dewletê re bersiv dan qeymeqam. -
Polîs gule berda lingê wî, dadgehê jî ew girt
Li Edeneyê, ciwanê ku bi guleya polîsan ji lingê xwe birîndar bû, hat girtin. -
Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pîranê, du rêveberên berê yên DBP'ê hatin binçavkirin. -
Erdogan wê li Strasboûrgê bi protestoyan bê pêşwazîkirin
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê bang kir, ku Erdogan ê wê bê Ewropayê li bajarê Strasboûrgê were şermezarkirin. -
Bav Guler: Heta kurê xwe werbigirim, ez li vir im
Destûr hînê nayê dayîn ku cenazeyê şehîdê Rojava Azîz Guler bê derbaskirin. Bav Mehmet Guler ê ku biryar da heta cenazeyê kurê wî derbasî Tirkiyeyê bê kirin li Rojava bimîne, got "Eger destûrê nedin ez ê jî li vir bimînin, şer bikim." -
Li Wûppertalê seferberiya hilbijartinê
Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi ruhê seferberiyê xebatên xwe didomîne. -
Leşkeran gule li mertalên zindî reşandin
Gelê sivîl ê li dijî êrîşa li hemberî "Şehîdgeha Xerzanê" dest bi çalakiya mertalên zindî kirin, rastî gulereşandina leşkeran hatin. Di gulereşandinê de kesek birîndar bû. -
Ji HDP'ê li Elmanyayê rêze panel
HDP'ê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Ewropayê zêde dikin. Rêze civîn û panelên di 25'ê Îlonê de bi beşdariya Selahattîn Demîrtaş li Elmanyayê destpê kir, wê di 11'ê Cotmehê de wê bi dawî bibin. -
Polîsan li Sêrtê avêtin ser saziyên Kurdan: 8 binçavkirî
Li Sêrtê, polîsên Tirk avêtin ser avahiyên DBP, ÎHD, MEYA-DER û malên rêveberên van saziyan. Di serdegirtinan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. -
Ji HDP'ê li Başûrê Fransayê pêngava hilbijartinê
HDP a ku li hemû bajarên Başûrê Fransayê xwe bi rêxistin kiriye, vê hefteyê li gelek bajaran bi beşdariya parlamenteran çalakiyan lidar dixe. -
Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja duyemîn de ye
Greva birçîbûnê ya bi armanca ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li ber Konseya Ewropa destpê kir di roja duyemîn de ye. -
YPG: 9 çete hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê êrîşî Çiyayê Kizwanan û Taxa Şêxmeqsûd dikin, şervanên YPG û YPJ’ê derbeyên giran li wan xistin. -
Desteya Çapemeniyê: Mafê gel e ji kîjan ajansê agahiyan werbigire
Desteya Çapemeniyê êrîşa korsan a li hember çapemeniya azad şermezar kir. Desteyê got: “Serdegirtinên bêperwa wê atmosfereke bêbaweriyê çêbike, aşkera ye ku wê çavtirsandin jî ti feydeyê nede.” -
Elewiyan li Hollanda lez dan xebatên hilbijartinan
Elewiyan li Hollandayê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinan. Elewiyên ji bo HDP dengên zêde bi dest bixe wê bixebitin; wezîfeyên serdanên malan, agahdarkirina hilbijêran, birina ser sindoqan, lidarxistina panel û semîneran wê werbigirin. -
Di merasîma cenazeyê polîs de li hember AKP’ê bertek hebûn
Li Edeneyê di merasîma cenazeyên polîsan de AKP’e hate protestokirin. -
Êrîşa li hemberî çapemeniya azad hat şermezarkirin
Rojnamevan û siyasetmedaran, serdegirtina polîsan a li hemberî çapemeniya azad protesto kirin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku serdegirtin parçeyek ji konsepta şer a AKP'ê ye û banga têkoşîna hevpar hat kirin. -
HDP li Parîsê bi ruhê seferbertiyê wê xwe amade bike
Li Parîsê bi tevlîbûna parlamenterên HDP’ê, civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de hat xwestin ku bi ruhê seferbertiyê xwe ji hilbijartinan re amade bikin. -
Li Sêrtê nobedê destpê kir, êrîşa leşkeran jî didome
Li Sêrtê, nobeda mertalên zindî ya li "ŞehîdGeha Resûl û Azîme" destpê kir. Li heman bajarî êrîşa leşkeran a li hemberî 'Şehîdgeha Xerzanê' didome. -
Li Nancy panela hilbijartinê
Li Nancy, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê panelek lidar xist. -
HDP dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Amedê dike
HDP, sibe dest bi kampanya xwe ya hilbijartinê ya li Amedê dike.