Di merasîma cenazeyê polîs de li hember AKP’ê bertek hebûn
Li Edeneyê di merasîma cenazeyên polîsan de AKP’e hate protestokirin.
Li Edeneyê di merasîma cenazeyên polîsan de AKP’e hate protestokirin.
Li Edeneyê di êrîşa çekdarî ya li hember wesayîta polîsan de, polîsên bi navê Suleyman Çakir (48) û Bîrcan Îlhan (39) jiyana xwe ji dest dabûn. Di merasîma cenazeyan de AKP hate protestokirin.
Xaltiya Çakir, Ozgul Ateş di merasîmê de got: “We digot aştî, ka aştî? Dibêjin ‘Bila Tirkiye sax be’, tiştekî din jî nabêjin. Bila ti carî sax nebe, çi dibe bi zarokên me dibe. Ez nabêjim bila ‘Bila Tirkiye sax be’.”
'WÊ KENGÎ JI SARINCÊ DERKEVE?'
Kesekî din jî piştî axaftina Walî Mûstafa Buyuk mafê axaftinê wergirt û gotinên Erdogan ên ‘Çareserî di sarincê de ye’ bi bîr xist û pirsî: “Waliyê min, ên di sarincê de çi bû jê? Wê kengî ji sarincê derkeve? Bila agahiyên me jî jê hebe.”