Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kaytan û Altûn li Liverpoolê hatin bibîranîn
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan li Liverpoolê hatin bîranîn.
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan li Liverpoolê hatin bîranîn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Liverpoolê ji bo kadroyên pêşng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li bajarê Liverpoolê yê Îngilistanê merasîma bîranînê li dar xist.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê endama Kurdish Community a Liverpoolê Mizgîn Nemir axaftinek kir. Nemir di axaftina xwe de bal kişand ser mîrateya berxwedana şehîdan û ev tişt gotin: "Em ne tenê ji bo bîranîna wan li vir in, di heman demê de ji bo xwedî li ruhê ku wan hilgirtiye, têkoşîna ku wan daye û mîrateya mezin a ku wan ji me re hiştine, derkevin. Li cihê ku ew ketine, em li wir radibin. Li cihê ku ew bêdeng in, dengê me wê bilind bibe. Em ê ala ku wan hiştiye hîn bilindtir bikin."
Piştre Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Seyîd Pirsûs axivî û diyar kir ku xwedîderketina li bîranîna şehîdan ne tenê bîranînek e, di heman demê de sondxwarina ji bo mîrateya têkoşîna ku wan li pey xwe hiştiye. Pirsûs anî ziman ku divê ciwanên Kurd, bi taybetî yên li Ewropayê vê berpirsiyariya dîrokî hilgirin ser xwe.
Piştî axaftinan, sînevîzyona l ser jiyana şehîdan hate pêşandan. Di dema pêşandana sînevîzyonê de li salonê kêliyên hestiyar hatin jiyîn.