Polîs gule berda lingê wî, dadgehê jî ew girt

Li Edeneyê, ciwanê ku bi guleya polîsan ji lingê xwe birîndar bû, hat girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî û êrîşên çekdarî yên AKP'ê yên li hemberî gel dewam dikin. Dadgehên ku nikarin bi serê xwe biryaran werbigirin, li şûna polîsên ku sivîlan dikujin û birîndar dikin, radibin mexdûrên êrîşan digirin.

Ciwanê bi navê Şenol Acar ê ku di 25'ê Îlonê dema protestokirina polîtîka şer de li Taxa Barbarosê bi guleya polîsan ji lingê xwe birîndar bû û hat binçavkirin, hat girtin. Acar şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê.

13 kesên di çarçoveya operasyonê de hatin binçavkirin, lêpirsîna wan a li Şaxê TEM'ê didome.