HDP dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê yên li Amedê dike
HDP, sibe dest bi kampanya xwe ya hilbijartinê ya li Amedê dike.
HDP, sibe dest bi kampanya xwe ya hilbijartinê ya li Amedê dike.
HDP, wê sibe saet di 11:00 de li Navenda Çandê ya Cegerxwîn, dest bi kampanya xwe ya hilbijartinê ya li Amedê bike.
Di vê çalakiya kampanyayê de, tevî namzetên parlamenteriyê yên Amedê, wê nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û welatiyê bi awayekî aktîf tevlî kampanayê bibin, amade bin.
Di daxuyaniya ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Amedê ve hat kirin de hat gotin, "Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên giştî, em ê der barê xebatên xwe û stratejiya xwe ya li Amedê de agahiyan bidin."