Bûldan: Bi komkujiya zarokan a dewletê ji aliyê Meclîsê ve bê lêkolînkirin

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Bûldan diyar kir, ku bi konsepta şer a AKP'ê re dewletê serî li qetilkirina zarokan daye. Bûldan xwest, ji bo lêkolînkirina qetilkirina zarokan, Komîsyona Lêkolînê li Meclîsê bê avakirin.

Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir, ku bi konsepta şer a AKP'ê re dewletê serî li qetilkirina zarokan daye. Bûldan xwest, ji bo lêkolînkirina qetilkirina zarokan, Komîsyona Lêkolînê li Meclîsê bê avakirin.

Di pêşnûmeya lêkolînkirinê de Bûldan diyar kir, ku şîdeta hêzên ewlekariyê ya ku demeke dirêj de heye û rê li ber gelek mirin û birîndarbûna mirovan vekiriye, bi guhertina Qanûna Selahiyet û Wezîfeya Polîsan re di salên dawî de gelekî dijwar bûye û bi taybetî zarok û ciwanan hedef digire.

Bûldan ragihand ku berpirsyarên van kuştinan bêceza tên hiştin û rayedarên hikûmetê jî bi daxuyaniyên xwe yên destekkirina hêzên ewlekariyê yên vî sûcî dikin re, rê li ber dubarebûna van bûyeran vedikin.

22 ZAROKÊN DI SALA 2015'AN DE JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN QETILKIRIN

Bûldan da xuyakirin ku di nava sala 2015'an de 2 jê beriya hilbijartinê, heta niha 22 zarok ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û navê wan aşkera kir:

1- Umît Kûrt (14), Cizîr-Şirnex, 06.01.2015
2- Nîhat Kazanhan (12), Cizîr-Şirnex, 14.01.2015
 3- Beytûllah Aydin (11), Amed, 26.07.2015
 4- Hasan Nerse (17), Şirnex, 27.07.2015
 5- Mehmet Hidir Tanboga (17), Silopiya-Şirnex, 07.08.2015
 6- Emrah Mûhammed Aydemîr (15), Giyadîn-Agirî, 13.08.2015
 7- Orhan Aslan (16), Giyadîn-Agirî, 12.08.2015
 8- Firat Elma (16), Esenler-Stenbol, 19.08.2015
 9- Baran Çagli (7), Cizîr-Şirnex, 27.08.2015
 10- Emîn Yanaş (10), Cizîr-Şirnex, 27.08.2015
 11- Adem Îrtegun (16), Şirnex, 27.08.2015
 12- Mazlûm Tûran (16), Qoser-Mêrdîn, 28.08.2015
 13- Firat Sîmpîl (13), Farqîn-Amed, 30.08.2015
 14- Mûhammed Tahîr Yaramiş (35 rojî), Cizîr-Şirnex, 05.09.2015
 15- Cemîle Çagirga (13), Cizîr-Şirnex, 06.09.2015
 16- Saît Nayîcî, (16), Cizîr-Şirnex, 10.09.2015
 17- Zeynep Taşkin (17), Cizîr-Şirnex, 10.09.2015
 18- Selman Agar, (10), Cizîr-Şirnex, 10.09.2015
 19- Bunyamîn Îrcî (14), Cizîr-Şirnex, 10.09.2015
 20- Tahsîn Ûray (13), Mêrdîn, 13.09.2015
 21- Elîf Şîmşek (8), Bismil-Amed, 27.09.2015
 22- Berat Guzel (9), Bismil-Amed, 29.09.2015."

Bûldan xwest, ji bo lêkolînkirina qetilkirina zarokan ji aliyê hêzên dewletê ve, berpirsyar werin aşkerakirin û li hemberî wan de kar û barên hiqûqî û qanûnî werin destpêkirin, Meclîs Komîsyona Lêkolînê ava bike.