ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsan fîşekên rastî bi kar anîn, ciwanan li ber xwe dan
Li Edeneyê, polîsan bi fîşekên rastî birin ser welatiyên ku polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê şermezar dikirin. Tevî 2 kesên birîndar bi giştî 5 kes hatin binçavkirin. Ciwanan li ber xwe dan û polîs ji taxa xwe qewirandin. -
Gerîlayan balafira keşfê ya Bayraktar xistin xwarê
Gerîlayên HPG/YJA Starê, duh saet di 17:00 de li herêma Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, balafireke keşfê ya artêşa Tirk a bi navê Bayraktar xistin xwarê. -
Sancar SP ziyaret kir
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ê ji bo konferansên akademîk û xebatên hilbijartinê li Swîsreyê ye, Partiya Sosyal Demokrat (SP) ziyaret kir. -
Li Hambûrgê xebatên ji bo hilbijartinê didomin
Pêkhateyên HDP'ê yên li bajarê Hambûrgê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê didomînin. -
Li Kervîgnac'ê panela piştevaniya Kurdan
Li rojavayê Fransayê bajarê Kervîgnacê, panelek piştgiriya bi gelê Kurd re hat lidarxistin. Di panelê de wênevan û senarîstên çûn Kurdistanê, axivîn. -
Festîvala Ivana Hoffmann destpê kir
Festîvala ji bo bîranîna şoreşgera enternasyonal Ivana Hoffmann a li Rojava jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê destpê kir. -
FARC-EP û dewleta Kolombiya ber bi çareseriya dawî ve diçin
Pêvajoya diyalogê û hevdîtinên di navbera FARC-EP û Kolombiyayê yên Cotmeha 2012'an li Oslo destpê kirin, di meha Mijdarê de li paytexta Kuba Havana dewam kirin. Bi vî rengî pêvajoya diyalogê veguherî muzakereyê. -
Demîrtaş: Xeyalê saltanatiya Erdogan wê 1’ê Mijdarê bi dawî bibe
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ji aliyê Wezîrê Karên Derve Krîstîan Jensen ve bi awayekî fermî hat dawetkirin, piştî hin rêze hevdîtinan li ber Parlamentoya Danîmarka xîtabî gel kir. -
Balafirên şer ên Tirk herêma Garê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk li hember qada Geliyê Şêran a li çiyayên Garê êrîşeke zêde ya hewayî pêk tînin. -
Di 15. Desteya Giştî ya KNK’ê de berxwedana Elkê hat silavkirin
Di 15. Desteya Giştî ya KNK’ê ku li paytexta Belçîka Brukselê didome, berxwedana gel a li Elkê ya li hember êrîşên dewleta Tirk didomin. -
Di Desteya Giştî ya KNK’ê de banga ‘xwedîderketina li Kobanê’
Nûnerê Kantonên Rojava Omer ê di Desteya Giştî ya KNK’ê de axivî, got ku pêwîst e di desteyê de ji bo ji nû ve avakirina Rojava û Kobanê biryara kampanyayekê derkeve. Omer berxwedana gelê Bakur silav kir. -
Tarik Karaman li Îzmîrê hat defnkirin
Cenazeyê girtiyê edlî Tarik Karaman ê li girtîgeha Tîpa T a Fethiyê hat îdîakirin ku xwe şewitandiye, li navçeya Menemena Îzmirê hat definkirin. -
Bayik: Ji bo yekîtiya neteweyî, taybetmendiya demokratîk girîng e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di peyama ji 15. Desteya Giştî ya KNK’ê re şand got: “Ji bo yekîtiya neteweyî, taybetmendiya demokratîk girîng e." -
Li Stockholmê çalakiya aştiyê ya Elewiyan
Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê, bi şiyara "Tevî hemû bûyer û qewimînan jî em dibêjin aştî" li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyek lidar xist. -
Îrmez ji AKP'ê pirsî: Hûn ê Walî ji wezîfeyê bigirin?
Parlamentera HDP'ê Îrmez da xuyakirin, ku binçavkirina wê parçeyek ji konsepta şer a AKP'ê ye. Îrmez ji Wezîrê Karên Hundir pirsa 'We ferman dan?' pirsî. -
Balûken: Divê hêz û raya giştî ya navneteweyî helwestê nîşan bidin
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken diyar kir ku şer ji aliyê Erdogan ve hatiye plankirin. Balûken nerazîbûn nîşanî sîstema veguhastina dengan da û bang li hemû hêz û raya giştî ya navneteweyî kir, ku helwestê nîşan bidin. -
Oker: Ji bo hilbijartinan divê bi dil û can kar bê kirin
Li Viyanayê çalakiyek ji bo piştgirîdayîna HDP'ê hat lidarxistin. Parlamenter Oker di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku partiya wan gel hemû gihandiye hev û banga dengdayîn û xwedîderketina li sindoqan kir. -
Kampanya ji bo Demîrbaş û hemû girtiyên nexweş
Ji bo serbestberdana Şaredarê berê yê Sûrê Demîrbaş û hemû girtiyên nexweş, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. -
Elewî li Fransayê li dijî konsepta şer a AKP'ê kom bûn
Di çalakiyên Elewiyan ên li Fransayê de polîtîkaya şer a AKP'ê hat şermezarkirin. Elewiyên li bajarên Lyon û Lorîentê li hev kom bûn dan xuyakirin, ku Erdogan û AKP di şexsê Kurdan de hemû gelan hedef digirin. -
Glasenapp: Yekane alternatîfa ber bi çav Rojava ye
Li Saarbruckenê, li ser bûyer û qewimînên li Rojava û gelemperiya Kurdistanê panelek hat lidarxistin. -
Li Elkê, topa leşkeran li malekê ket
Topa hawanê ya ji Fermandariya Alayê ya Elkî hat avêtin li malekê ket û ji ber vê êrîşê gelek kes birîndar bûn. -
Fluckîger: Ji bo aştiyê divê Ocalan azad be
Serokê Giştî yê Partiya BastaA ya Swêdê Martîn Fluckîger destnîşan kir, ku ji bo aştî bê Kurdistan û Tirkiyeyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. -
Tûrîstên Kurd ên Swêdî li Alanyayê rastî îşkenceyê hatin
Li Alanyayê, ji êrîşên çeteyên faşîst û nîjadperest ên li hemberî Kurdan û HDP'ê, Kurdên ji Swêdê çûbûn Alanyayê jî para xwe wergirtin. Du ciwanên Kurd rastî êrîşa polîsan hatin û hefteyekê li girtîgehê hatin ragirtin. -
Mîthat Sancar li Zanîngehên Zurîch û Baselê konferans pêk anî
Parlamenterê Mêrdînê Prof. Dor. Mîthat Sancar li Zanîngeha Zurîchê bi mijara "Dîrok û Destûra Bingehîn a Kobanê" û li Zanîngeha Baselê jî bi serenavê "Li dû qirkirina berî 100 salan li Tirkiyeyê hat kirin, li Mêrdînê jiyana nû" konferans pêk anî. -
Bîlgen: Eger sindoq bê veguhastin wê darbe biçe serî!
Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku sîstema veguhastina deng a AKP'ê, wê pêbaweriya hilbijartinê ji holê rake û darbeyê bibe serî. Bîlgen destnîşan kir ku tevî vê yekê jî wê dengê wan zêde bibe û bang li hilbijêran kir ku bibin endam/aê desteya sindoqê.