Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê di roja duyemîn de ye
Greva birçîbûnê ya bi armanca ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li ber Konseya Ewropa destpê kir di roja duyemîn de ye.
Greva birçîbûnê ya bi armanca ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li ber Konseya Ewropa destpê kir di roja duyemîn de ye.
Endamên Însyatîfa ji Ocalan re Azadî û nûnerên saziyên Kurd ku li ber Konseya Ewropa ya li Strasbourg dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, çalakî di roja duyemîn de didome. Çalakî bi şîara, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” ji bo 5 rojan hat plankirin.
Ji danê sibehê ve çalakvanan di konê li beramberî KE vedane xebatên agahdarkirinê dikin, tevahiya rojê jî Kurdistanî ji Fransa, Elmanya û Swîsre hatin ziyareta çalakvanan. Hat dîtin ku moralê çalakvanan bilind e.
BEŞDARÊN ÇALAKIYÊ
Çalakiya greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropayê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, bi beşdariya 16 Kurdistaniyên ji welatên cuda yên Ewropa û gelemperiya cîhanê tê lidarxistin. Fûat Kav ê beriya niha beşdarî greva birçîbûnê ya 52 rojan bû, Roza Rûbar, ji Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Mahmût Şakar ku di heman demê de parêzerê Ocalan e, nûnerê Federasyona Êzidiyên li Ewropayê Cahît Kaya, ji Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) Pîr Mûstafa Deprem, ji KCD-E Mûrat Ceylan, ji TJK-E Emel Gulo, endamên KNK Awûstralya Îsmet Serhat, Mahmût Kahraman, Ozer Coşkûn û Yûsûf Bêmal, beşdarên 1. Meşa Dirêj a sala 2012'an Vedat Kaya û Havîn Dêrsim, ji nûnerên KNK'ê yên Brukselê Şivan Zerdeştî, ji Ciwanên Azad Çekdar Botan, ji TEV-ÇAND'ê Emele Şengalî û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal tevlî çalakiyê bûne.
HUNERMEND AGIRÎ JÎ TEVLÎ BÛ
Ji îro û pê ve, endamê TEV-ÇAND’ê, Hunermend Bengî Agirî jî tevlî çalakiyê dibe. Agirî der barê greva birçîbûnê wiha axivî: “Ev tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan li ser tevahî gelê Kurd pêk tê. Li hember vê tecrîda Birêz Ocalan, wê li her derê çalakiyên me jî bidomin.”
LI KONSEYA EWROPAYÊ RÛNIŞTIN JÎ DIDOMIN
Li aliyekî ku grevên birçîbûnê berdewam dikin, li aliyê din jî li Konseya Ewropa, Meclîsa Parlamenteran jî rûniştin didomin. Parlamenterê Îzmîrê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu û Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay rûniştin şopandin. Di rûniştinên îro de gelemperî pirsgirêkên penabertî û penaberan hatin destgirtin.
Duh çalakvanên Kurdistanî dosyayek teslîmî rayedarên Konseya Ewropayê kirin. Dosya der barê armanc û daxwazên greva birçîbûnê de bû.
Greva birçîbûnê heta roja Înê wê bidome.