Bota berê xwe dabû Mîdîllî binav bû: Mirî û birîndar hene
Li Ayvalikê, ji ber binavbûna botê 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan.
Li Ayvalikê, ji ber binavbûna botê 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Balikesîr Ayvalikê, bota lastîk a 60 penaber pê diçû Girava Mîdîllî ya Yewnanîstanê binav bû. Masîgirên Yewnan ên dîtin ku ji ber bê bot binav bûye, agahî dan ekîbên Ewlekariya Peravê yên Yewnan.
Di encama xebatên ekîbên ewlekariyê de 47 penaber rizgar bûn, 1 jê jin 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerîn û rizgarkirina 11 penaberên winda bûne jî, didomin.