Êrîşa li hemberî çapemeniya azad hat şermezarkirin

Rojnamevan û siyasetmedaran, serdegirtina polîsan a li hemberî çapemeniya azad protesto kirin. Di çalakiyê de hat ragihandin ku serdegirtin parçeyek ji konsepta şer a AKP'ê ye û banga têkoşîna hevpar hat kirin.

Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê û xebatkarên çapemeniya azad û mûxalîf, li ber Buroya DÎHA ya Stenbolê, serdegirtina korsan a polîsan ku duh li Amedê hat kirin, protesto kirin. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Levent Tuzel, rojnamevan Celal Başlangiç, Basin-Îş, xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê, JINHA, DÎHA, Ozgur Gelecek, Kizil Bayrak, Demokratîk Modernîte, Ozgur Halk, Evrensel, Rojnameya Yarin, ETHA, Atilim û gelek rojnamevanên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Çapemeniya azad bêdeng nabe" û rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat hatin hilgirtin. Şefa nûçeyan a Buroya Stenbolê Zuhal Atlan daxuyanî xwend û diyar kir ku bi şerê li Kurdistanê û êrîşên ser çapemeniya azad bi hev re girêdayî ne û wiha axivî: "Hikûmeta şer a AKP'ê û lîderê wê Erdogan li ser erdnîgariya kurdan sûcê şer dike."

Atlan anî ziman ku bi destê Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê ya girêdayî Serokwezîriyê ye 21 caran malpera DÎHA hatiye girtin û wiha pê de çû: "Em zanin ku ev êrîş û girtin berdêla ku me komkujiya Roboskê ji cîhanê re ragihand. Li hemberî derewên çapemeniya desthilatdariyê li Cizîr, Silopiya û Giyadînê rastî derxist holê û ev berdêla vê yekê ye. Em zanin ku ew nikarin ser ev şerê qirêj bigirin." Atlan bang li hemû sazî û dezgehan kir ku bi çapemeniya azad re têkoşîna hevpar bimeşînin.

GUÇ: EM Ê LI CEM DÎHA'YÊ BIN

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkikyeyê Ûgûr Guç diyar kir ku di kêliya ku Davûtoglû digot "Li Tirkiyeyê çapemenî azad e" bi ser DÎHA'yê de girtin û anî ziman ku ev jî nîşan dide çapemenî ne azad e û ev tişt anî ziman: "Eger ne ji DÎHA'yê bûya haya me ji cenazeyê zaroka ku di sarincê de hatibûn hiştin nedibû. Ji ber vê yekê dixwazin DÎHA'yê bêdeng bikin. Em ê jî her tim li cem DÎHA'yê bin."

ŞENOGLÛ: EM NE ALÎGIR IN, EM HEVRÊ NE

Serokê Basin-Îşê yê DÎSK'ê Farûk Eren jî da xuyakirin ku wekî salên 90'î niha jî hewl didin çapemeniya kurd çavtirsandî bikin. Ji Rojanmeya Atilimê Sedat Şenoglû jî ev tişt anî ziman: "Em baş zanin ku ev êrîş ne ewilî ye û ne jî ya dawî ye. Lê belê me aliyê xwe diyar kiriye. Em ne çapemeniya alîgir in, em çapemeniya hevrê ne."

KAYA: EV OPERASYON JI BO BÊDENGKIRINA RASTIYAN E

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ragihand ku ev operasyon bêdengkirina rastiyan e û wiha axivî: "Bêdengkirina rastiyan qirkirin e. Divê baş were zanîn ku heta niha nikarîbûn çapemeniya azad bêdeng bikin û ji niha şûn de jî wê bêdeng nekin."

GURKAN: EV ÊRÎŞ DEWAMA POLÎTÎKA ŞER E

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan anî ziman ku zextên li ser çapemeniya azad tê meşandin bi şerê li Kurdistanê tê meşandin re têkildar e û got, "Ev êrîş dewama polîtîkaya şer e. Em ê her tim li cem çapemeniya azad bin." 

...