Leşkeran gule li mertalên zindî reşandin

Gelê sivîl ê li dijî êrîşa li hemberî "Şehîdgeha Xerzanê" dest bi çalakiya mertalên zindî kirin, rastî gulereşandina leşkeran hatin. Di gulereşandinê de kesek birîndar bû.

Li Bedlîsê ev 2 roj in "Şehîdgeha Xerzanê" ya li nêzî gundê Olekê ye ji hêla balafirên şer û helîkopteran ve tê bombebarankirin û duh jî leşker ji bo hilweşandina şehîdgehê operasyona bejahî da destpêkirin. Leşker 1 km. nêzîkî şehîdgehê bûne û gule bi ser welatiyên ku di nava wan de parlamenterên HDP'ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydalî û Mizgîn Irgat, hevşaredarên Bedlîsê û gelek welatiyên sivîl hene barandin.

Di encama gulebaranê de li gorî agahiyên ewilî welatiyek ji milê xwe birîndar bû.

Hat ragihandin ku li derdora şahîdgehê cih bi cih dengê çekan tê û hê jî xetên telefonan qutkirî ne. Ji ber vê yekê der barê rewşa wir de agahiyên zelal nehatiye bidestxistin.

Duh leşker hewl dan bi wesayîtên kar têkevin şehîdgehê welatiyan pêşiya wan girtin û nehiştin têkevin şehîdgehê. Di seatên serê sibê de dîsa leşker hewl didin bi wesayîtên kar têkevin şehîdgehê.

Her wiha ji ber bombebaran û gulebarana ji helîkopteran pêk hat li herêma Xerzanê şewat derket û heta niha nêzî 15 donim erd şewitî.