Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Hollanda (HAK-DER), ji bo xebatên hilbijartinan ên HDP’ê bi nûnerên herêman re li bajarê Rotterdam hatin gel hev.
Di civînê de mijarên wek vegotina projeyên HDP’ê û hilbijêr birina sindoqan hatin destgirtin. Li gor vê wê xwe bigihînin Elewiyên li Hollanda dijîn û behsa projeyên HDP’ê bên kirin. Her wiha wê hêza rêxistinbûna Elewiyan were destnîşankirin. Di civînê de mijarên teknîkî yên di dema xebatên hilbijartinê de, muşahîd û wezîfedarên desteya sindoqan ên wê biçin Tirkiyeyê jî hat destgirtin. Di civînê de ji ber Desteya Bilind a Hilbijartinê ji bo derveyî welêt wezîfedarên sindoqan ên HDP’ê qebûl nekir nerazîbûn hat nîşandan.
PLANA XEBATÊ
Di civînê de hate destnîşankirin ku li her bajarên Hollandayê divê xebatên hilbijartinê bi awayekî koordîne bên meşandin, her wiha di her herêmê de xebatên komaleyên Elewiyan bi tevlîbûnan bên xurtkirin û her tim xebatên hilbijartinan bi kesên nû yên dildar re bên mezinkirin.
Di nav biryarên di çarçoveya xebatan de, ziyaretên malên hilbijêrên Elewî, belavkirina belavokên HDP’ê, temamkirina amadekariyên ji bo aktîvîteyên hilbijartinan, li komeleyên Elewiyan lidarxistina panel û semîneran jî cih digire. Li herêmê û giştî Hollandayê, xebatên ku HAK-DER dimeşîne, wê bi rêua Yol Tv û saziyên cuda yên weşanê bên ragihandin.
BERNAMEYA AKTÎVÎTEYAN
4’ê Îlonê saet 14.00’an, Komîsyona Jinên HDP’yî ya di bin banê Yekîtiya Jinên Elewî ya Hollandayê cih digire, wê li navnîşana Den Haag, Zallencentrumuitenhage Uitenhagestraat 90, civînek têkîldarî mijara jin û hilbijartin li dar bixe. Di pêşengiya HAK-DER’ê de wê aktîvîteyên HDP’ê li herêmên Limburg-brabant, Utrecht, Amsterdamê zêdetir be. 2’yê Cotmehê jî wê li Komeleya Elewiyan a Beverwîjkê panelek bê lidarxistin.