Desteya Çapemeniyê: Mafê gel e ji kîjan ajansê agahiyan werbigire

Desteya Çapemeniyê êrîşa korsan a li hember çapemeniya azad şermezar kir. Desteyê got: “Serdegirtinên bêperwa wê atmosfereke bêbaweriyê çêbike, aşkera ye ku wê çavtirsandin jî ti feydeyê nede.”

Duh danê êvarî polîsan êrîşî avahiyên DÎHA, rojnameya Azadiya Welat, Weşanên Aramê û KURDÎ-DER’ê kirin û 24 jê rojnamevan 32 kes binçav kirin. Desteya Çapemeniyê ev êrîş şermezar kir. Desteya Çapemeniyê daxuyaniyek nivîskî weşand û got:

'BÛYERA BERÎ HILBIJARTINAN BI MEHEKÊ FIKARÊ AVA DIKE’

“Di vê dema Tirkiye li cihanê wek welatekî azadiya çapemeniyê asteng dike tê nîqaşkirin de rojnamevan careke din hatin binçavkirin. Li Amedê piştî bûyeran; avahiya rojname, ajansa nûçeyan û komele lê ne bi îdîaya kesekî bûyer pêk aniyê tê de ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve derî-camên wê hatin şkandin û bi biryareke kontrolê ya ku diyar e bi lezgînî derxistine, texrîbkirina arşîvên rojnameyan, komputeran, binçavkirina zêdetirî 20 rojnamevanan nayê qebûlkirin. Mafê gel e ji kîjan rojname û ajansê agahiyan werbigire. Astengkirina vî mafî, benda li pêşiya agahdarkirinê ye û berî hilbijartinan bi mehekê jî ev êrîşa hovane fikaran çêdike.”

'BI ARMANCA TIRSANDINÊ YE'

Konseyê diyar kir ku bi îdîaya lêpirsîna şopa barûdê ya di destan de binçavkirina rojnamevanan nayê qebûlkirin û wiha hat gotin: "Avahiya medayê ku rastî serdegirtineke wiha hat û binçavkirina rojnamevanan, qedexeya ragihandinê, girtina telefonan bi armanca çavtirsandinê ye. Serdegirtinên bi awayekî bêperwa tevî ku wê atmosfereke bêbaweriyê çêbike, aşkera ye ku wê çavtirsandin jî ti feydeyê nede. Em ji Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Amedê dixwazin di destê kîjan rojnamevanê/î de şopa barûdê heye aşkera bike, em li bendê ne avhewaya medyaya azad li welêt belav bibe.”