Li Wûppertalê seferberiya hilbijartinê
Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi ruhê seferberiyê xebatên xwe didomîne.
Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi ruhê seferberiyê xebatên xwe didomîne.
Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Wûppetalê, civînên xwe yên heftane bi rêk û pêk lidar dixe.
Di civîna vê hefteyê ya li Navenda Çanda Elewiyan a Wûppertalê de, nûnerên NAV-DEM, AGÎF, ATÎK, ADHK, berdevkên însiyatîfa komîsyonên hilbijartinê yên Mûş, Çewlik, Kurecîk û Erzîromê amade bûn.
Endamên komîsyonê dan xuyakirin ku ew xebateke berfireh dimeşînin û ev meheke bi ruhê seferberiyê di nava tevgerê de ne. Endamên komîsyonê dan zanîn ku wan gelek plan destnîşankirin û di rojên pêş de ew ê li navenda bajêr standên ji bo HDP'ê vekin, biçin serdana bazara gel, esnafan ziyaret bikin, belavokan belav bikin û panelan lidar bixin.
Serokê Duyemîn ê Navenda Çanda Elewiyan a Wûppertalê Alî Kuçuk piştî civînê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo Elewiyan gelekî girîng e. Alî Kuçuk got, "HDP bi hembêzkirina hemû beşên civakê, têkoşînê dimeşîne. Weke Tevgera Elewiyên li Elmanyayê em jî destekê didin HDP'ê û biryara konfederasyona xwe li komeleyên xwe bi cih tînin. Bi awayekî vekirî em ji girseyên xwe re dibêjin ku dengê xwe bidin HDP'ê. Ji ber ku, eger em rêjeya dengê xwe ji sedî 13'an derxînin ji sedî 16 yan jî 18'an, wê hingî yezîtê bi navê Tayyîp Erdogan tine bibe."