Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pîranê, du rêveberên berê yên DBP'ê hatin binçavkirin.
Li navçeya Pîranê, du rêveberên berê yên DBP'ê hatin binçavkirin.
Li navçeya Amed Pîranê, polîs û leşkerên Tirk danê vê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de rêveberên berê yên DBP'ê Alî Karakaş û Abdûrrahman Sert hatin binçavkirin.
Her du kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.