Koma Çep a MPKE piştgirî da greva birçîbûnê ya li Strasbourg

Koma Çep a MPKE, çalakiya greva birçîbûnê ya bi şîara, “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu” li ber KE hatiye destpêkirin ziyaret kir.

Koma Çep a MPKE, çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê endamên Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî û nûnerên saziyên Kurd ve li ber avahiya Konseya Ewropa (KE) didome serdana piştevaniyê kirin. Li ser navê Koma Çep a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) Cîgirê Serok Andrej Hûnko, endamêÎzlanda û Wezîrê Karên Derve yê berê Ogmûndûr Jonaşon, Parlamentera Dîe Lînke ya Meclîsa Federal a Elmanya Annette Groth, Nûnerê Parlamenterên HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu ku bi hev re hatin cihê bûyerê peyamên piştgiriyê dan.

ARMANCA ÇALAKIYÊ Û PERSPEKTÎFÊN ÇARESERIYÊ HATIN RAGIHANDIN

Li ser navê çalakvanan Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û endamê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Fûat Kav der barê rewşa Kurdistan û perspektîfên çareseriyê de agahî dan.

HÛNKO: PÊWÎST E TECRÎD BÊ RAKIRIN, DIVÊ GELÊ KURD AZAD BE

Alîkarê Serokê Koma Çep a MPKE’yê Hûnko, diyar kir ku di bin her şert û mercî de piştgiriya têkoşîna gelê Kurd kirine, heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi temamî rabe û di pirsgirêka Kurd de aştî û azadiyeke adil çêbibe jî wê piştgiriya xwe bidomînin.

Hûnko destnîşan kir ku AKP û Erdogan berpirsyarên dijwarbûna vî şerî ne, hem li MPKE’yê hem jî li Elmanyayê ji bo HDP’e di hilbijartinan serketî be û gelê Kurd bigihêje mafên xwe yê rewa û têkoşîna xwe ya mafdar bidomîne, wê hewldanên xwe bidomînin.

JONAŞON: EM ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ŞERMEZAR DIKIN

Endamê MPKE’yê yê Îzlandayê û Wezîrê Karên Dervê, Wezîrê Perwerdeya Mîllî yê berê, Jonaşon jî bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk û got ku çi li NATO’yê çi jî li cihên din be, êrîşên artêşa Tirk her tim şermezar dikin, heta aştiyek mayinde û adil pêk bê jî wê cihê xwe li gel gelê Kurd bigirin.

Parlamentera Dîe Lînke, Groth jî diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd li ser wan bandorek mezin ava kiriye û hêviyên serketinê bi lêv kir.

Endamên heyetê baweriya xwe ya bi HDP’ê anîn ziman û gotin, 1’ê Mijdarê de wê HDP’e serketinek mezintir bi dest bixe.