ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyê hat îdîakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
Girtiyê bi navê Tarik Karaman ê li Girtîgeha Tîpa T a Fethiyeyê dihat ragirtin û hat îdîakirin li hucreyê zimanê xwe jê kiriye, xwe şewitandiye û ev 3 roj in li nexweşxaneyê bû jiyana xwe ji dest da. -
Malbata Şehîd Guler: Em kurê xwe canê xwe dixwazin
Malbata Azîz Guler ê şehîdê Rojava, ji ber cenaze radestî wan nakin nerazîbûn nîşan da û got: "Bi hurmet nêzî êşa me bibin. Em kurê xwe, ewladê xwe, canê xwe dixwazin.” -
Li Freîburg xebatên hilbijartinê hatin bilezkirin
Li bajarê Freîburg ê Elmanyayê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê hatin bilezkirin. Di çarçoveya xebatan de qeydên hilbijêran hatin nûkirin, ji bo hilbijêran bibin ser sindoqan plansazî tên kirin. -
Ji HDK'ê peyama Cejna Qurbanê
HDK’a Cejna Qurbanê pîroz kir, daxwaza jiyana azad kir. HDK’ê di peyama xwe de daxwaz kir ku polîtîkayên şer bi dawî bibe û derbasî muzakerayan bên kirin. -
Êrîşên AKP'ê yên li hemberî çapemeniyê ket rojeva Parlamenta Hollandayê
Êrîşên AKP'ê yên li hemberî çapemeniyê, ket rojeva Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Hollandayê. -
Li Kolombiyayê peymana dîrokî nêz e
Di muzakereyên aştiyê yên navbera hikûmeta Kolombiya û gerîlayên FARC’ê de ku didomin, di serenavên edalet û tazmînatê de li hev kirin. Rayedaran diyar kirin ku her dualî jî nêzî lihevkirina dawî ne. -
Penaber: Dewleta Tirk em xapand
Penaberên Sûriyeyî dan xuyakirin ku ew ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatine xapandin. Penaberan diyar kirin ku Serokwezîr Davûtoglû ji bo ew çalakiyên xwe bi dawî bikin, soza daye wan lê bi cih neanîne. -
Li Colemêrgê jî biryara 'veguhastina sindoqan' hat dayîn
Desteya Hilbijartinê ya Navenda Colemêrgê briyar da ku li hin tax, gund û gundikan sindoqên hilbijartinê neyên danîn. -
27 saziyên li Londonê destek dan HDP'ê
27 saziyên li paytexta Îngilîstan Londonê, dan xuyakirin ku di hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de ew destekê didin HDP'ê. -
Demîrtaş: Ew ê winda bikin, Tirkiye wê qezenc bike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê got, "Ev hilbijartin wê di navbera me û yên din de derbas bibe. Ew wê winda bikin, lê Tirkiye wê qezenc bike." -
Restorasyona çi? - Cemîl Bayik
"Daxwaza 550 parlamenterên xwecih û neteweyî tê wateya biryara tasfiyekirin û ji siyaseta Tirkiyeyê avêtina hemû şoreşger, demokrat û civakên bindest. Ji xwe bi êrîşên ku niha dimeşînin re jî ev yek xistin pratîkê." -
'Azîz timî keniya'
Derdê mirovan weke derdê xwe didît, ji mirovan bawer dikir û bawerî dida mirovan, rûyê wî her tim li ken bû, kêfxweş bû, piştî civîna herî giran a siyasî jî li parkê dibeziya û dilîst. Azadî Guler şoreşgerekî bi vî rengî bû. -
Li Swîsreyê xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê didomin
Li Swîsreyê, xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê bênavber didomin. -
Elçî: Lêpirsînên heqareta li Serokkomar zexta siyasî ye
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî diyar kir ku lêpirsînên bi sûcdariya 'heqareta li Serokkomarê Tirk Erdogan' tên vekirin, zexteke siyasî ye û anî ziman ku dadger jî di bin bandorê de tên hiştin. -
Li Dusseldorfê çalakiya edaletê
Li Dusseldorfê ku Komkujiya Parîsê hat protestokirin, daxwaza edaletê hat kirin. -
Li Parîsê çalakiya Edaletê
Ji bo yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê ya Kurdistaniyan didome. -
Têkildarî qetilkirina zarokên bi navê Aydemîr û Arslan rapor
Heyeta saziyên civakî, der barê bûyerên Giyadînê de rapor amade kirin û diyar kirin ku Muhammed Aydemîr û Orhan Arslan hatine înfazkirin. Heyetê xwest biryara veşarî ya der barê dozê de bê rakirin. -
Nasnameya şervanekî hat aşkerakirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanekî YPG’ê ku li Hesekê jiyana xwe ji dest dabû, aşkera kir. -
DAIŞ'ê 5 sivîl revand
Çeteyên DAIŞ'ê li gundê Cerce yê li herêma Babê, 5 sivîl revandin. -
Gelo dewletê li Dêrsimê çeka kîmyewî bi kar anî?
Guman hene ku artêşa Tirk di êrîşa hewayî ya li Dêrsimê de çeka kîmyewî bi kar aniye. Cenaze bi temamî şewitîne. Leşkeran di şerê 40 salan de tiştekî ku qet nekiribûn kirin; bi balafirê şewat vemirandin. -
Xebatên HDP'ê yên li derveyî welat bênavber dewam dikin
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, xebatên HDP'yiyan ên li derveyî welat bênavber dewam dikin. -
Welatên YE kota penaberan qebûl kir
Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), kotaya penaberan a ji 120 hezar kesî ku ev çend hefte ne li ser diaxive, qebûl kir. -
Demîrtaş wê bi hilbijêrên li Elmanyayê re bicive
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li bajarên Elmanya Berlîn, Koln, Hambûrg, Stûttgart û Frankfûrtê wê beşdarî civînên ji bo piştgiriya HDP'ê bibe. -
Polîtîka şer a Erdogan wê li Parlamenta Swêdê bê nîqaşkirin
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh pêşniyarnameyek nivîskî pêşkêşî parlamentê kir û xwest, polîtîka şer a AKP û Erdogan, li Parlamenta Swêdê were nîqaşkirin. -
Di 8 mehên destpêkê de 2,9 mîlyar lîre li şer hat xerckirin
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû bibîr xist, ku di dema dijwarbûna polîtîkayên şer de gelekî qala 'tehsîsata sergirtî' hatiye kirin û destnîşan kir ku ev budçe nayê qebûlkirin.